Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nûçegihanê rojnameya Sozcûyê, Gokmen Ûlû ji ber nûçeyeka nivîsî 174 rojan di girtîgehê de ma. Dadgeheka Stenbolê biryara serbestberdana wî da.
Malbat û hezkiriyên Ûlûyî li ber deriyê Girtîgeha Sîlîvrîyê pêşwaziya wî kir.
Ûlûyî piştî serbestbûnê got:
“Ez van 174 rojan wek bedelekê berxwedana me ya ji bo azadiyê û çapemeniyê dibînim.
“Tirkiye birîndar bûbû. Ev azadkirin pêleka hêviyê ye. “
Gokmen Ûlû kî ye?
Wî li Ege TVyê dest bi rojnamegeriyê kir. Li Marmarîs û Arti TVyê jî xebitî. Sê sal bûn ku ji bo Rojnamêya Sozcûyê dixebitî. Kurekê wî yê 12 salî heye. 14 sal in ew zewicî ye.
Ûlûyî di 15ê Tîrmehê de nûçeyeka bi sernava “Sozcûyê Erdogan dît” nivîsî. Bi vê nûçeyê doz li wî hat vekirin. Ew sûcê “Digel endamnebûna rêxistineka terorî bi zanebûnî alîkarîdana ji bo wan” di 19ê Gulana 2017ê de hat desteserkirin û di 27ê Gulanê de hat girtin.(EA/MB)