Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kemal Ozer, nûçegihanê rojnameya Evrenselê ku bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” di girtîgehê de ye, cara pêncem derketiye pêşberî dadgehê.
Dadkirina Ozerî li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê berdewam kiriye.
Ozer û parêzerên wî li dadgehê paraznameyên xwe pêşkêş kirine. Heyeta dadgehê biryar daye ku Ozer tehliye bibe.
Li gorî Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya bianetê, li Tirkiyeyê 123 rojnameger girtî ne. 36 rojnameger bi îdiaya ku “heqaret li Erdoganî kirine” yan bersûc yan jî gumanbar in. 233 rojnameger û nûnerên medyayê bi giştî 10 cezayê muebeta girankirî, muebetek, 2 hezar û 522 sal û 10 meh cezayê girtinê û 4 milyon TL cezayê pereyan tên dadkirin.
Çi bûbû?
Kemol Ozer, 4ê Îlona 2017ê li ser rêya di navbera Dêrsim û Pulurê de hatibû sekinandin û desteserkirin. Piştî heft rojan dema desteserkirina Ozerî ji bo heft rojên din jî hatibû dirêjkirin. 15ê Îlona 2017ê bi tohmeta “endamê rêxistinê ye” ji hêla Dadgeha Ceza û Sulhê ve hatibû girtin. (EMK/FD)