Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji 6 kesên ku li Mûşê hatibûn binçavkirin; nûçegihanê DÎHAyê Îdrîs Sayilgan û hevserokên HDP û DBPê jî tê de 5 kes hatin girtin.
Li gorî nûçeya DÎHAyê li Mûşê 6 kesên ku di 17ê Cotmehê de di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin îro sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Piştî îfadedayînê Hevseroka DBPê ya Mûşê Hatîce Şeker, Hevseroka HDPê ya Mûşê Ayşe Soylemez, Serokê MEYA-DERê Medenî Işik, nûçegihanê DÎHAyê Îdrîs Sayilgan û Çiçek Tutş bi îdiaya “endamê rêxistinê ne” sewqî dadgehê hatin kirin.
Dadgehê derbarê wan 5 kesan de biryara girtinê da û welatiyê bi navê Maşallah A. jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
106 rojnameger û nivîskar girtî ne
Li gorî Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BÎAyê (Tîrmeh-Tebax-Îlon 2016) 107 rojnameger û nivîskar û 10 belavkar niha girtîne.
25ê Cotmehê de hejmara rojnamegerên girtî 105 bû. Bi girtina Îdrîs Sayilgan ev hejmar derkete 106an.
(BK/YO)