Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dicleyê Sebahattîn Koyuncu ku di 26ê Tebaxê de serbest hatibû berdan û li ser îtirazkirina dozgeriyê ve careke din hatibû binçavkirin, bi hinceta nûçeyên ku wî çêkirine û parvekirinên wî yên di medyaya civakî de, hat girtin.
Sebahattîn Koyuncu di 23ê Tebaxê de li navçeya Sîlopyayêdi encama serdegirtina malan de hatib3u binçavkirin. Koyuncu ku di 26ê Tebaxê de ji hêla Dadgeha Cezayê ya Silipyayê ve serbest hatibû berdan.
Dozgeriya Cizîrê ji serbestberdana Koyucu re îtiraz kir û ew careke din hat binçavkirin û wî sewqî Dadgeha Sulh Cezayê ya Cizîrê kirin.
Koyuncu di 1ê Îlonê de li Dadgeha Sulh Cezayê ya Cizîrê hat dadkirin û bi sedema roportajên ku bi parlementerên HDPê re kirine û parvekirinên wî yên di medyaya civakî de bi hinceta ‘endamê rêxistinê’ û ‘propagandakirina rêxistinê’ hat girtin.
Kayuncuyî piştî biryara girtinê birin Girtîgeha Tipa T ya Şirnexê .
(EA/YO)