Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nûçegihanê DIHAyê Engin Eren ku dema li Sêrtê diçû ji bo nûçe bişopîne hatibû binçavkirin. Engîn Eren 13 roj in binçavkirî ye.
Li gorî nûçeya DIHAyê nûçegihanê wan Engin Eren di 13ê Tebaxê de dema wezîfeya xwe dikir, hatiye binçavkirin.
Engin Eren bi hinceta ‘li Emniyeta Sêrtê cih nîn e’, birine emniyeta navçeya Aydinlarê û li wir binçavkirî ye.
Ji ber ku derbarê dosyeyê de “biryara veşartinê” heye nayê zanîn ku Eren bi çi sedemê hatiye binçavkirin.
Li gorî wê nûçeyê kar û belgeyên Eren her çiqas ku li emniyetê hatibe temamkirin jî, ji ber OHALê agahî nayê dayîn ka wê kengê wî sewqî dozgeriyê bikin.
(EA/YO)