Li Cizîra Şirnexê nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç dema çalakiya ciwanan dişopand ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hat desteserkirin.
Li taxa Nûrê ya Cizîrê ciwanan bi boneya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê şermezar bikin, çalakî li dar xistin. Ciwanan di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û fîşekên hewayî teqandin. Ciwanan piştî çalakî li dar xistin, polîsan êrîşî çalakgeran kir. Dema nûçegihan Nedîm Oruç nûçe dişopand, polîsan ew bi lêdanê desteser kirin.
Nûçegihanê me Oruç bi lêdanê hat binçavkirin
— AjansaWelat (@ajansawelat) January 14, 2026
Nûçegîhanê ajansa me Nedîm Oruç dema çalakiya ciwanan dişopand ji hêla polîsan ve bi lêdanê hat binçavkirin.https://t.co/9BvH4EaiDz pic.twitter.com/VgOPi2zono
Her weha polîsan Nedîm Oruç li maşîna zirxî siwar kirin û birin qereqolê. Çalakiyên ciwanan jî li kolanan berdewam dike.
“Hûn nikarin dengê heqîqetê bibirin”
Ji bo desteserkirina rojnameger Orûç gelek bertek hatin nîşandan. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî dîmenên desteserkirina Nedîm Orûç de wiha got:
“Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç bi lêdanê hate binçavkirin. Em binçavkirina hempîşeyê xwe ya di dema şopandina nûçeyê de şermezar dikin û dixwazin demildest were berdan. #rojnamegerînesûce.”
Cigirê Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tayip Temel jî bertek nîşanî desteserkirina Orûç da. Temel li ser hesabê xwe yê medyaya civakî têkildarî desteserkirinê weha got:
“Ev êriş ne tenê li dijî Nedîm Oruç e, ev êriş li dijî azadiya rojnamegeriyê, li dijî rastiyê û li dijî dengê gel e. Hûn nikarin dengê heqîqetê bibirin!”
Gelek rojnameger, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî jî desteserkirina rojnameger Nedîm Orûç li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kirin û bertek nîşanî desteserkirinê dan.
(AY)

