Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Nûçegihana DIHAyê, Şerîfe Oruç li Êlihê hat girtin.
Şerîfe Oruç û du kesên digel wê yên bi navê Emrullah Oruç û Muzaffer Tunç şeva dî dema ji bo çêkirina nûçeyan di rê de bûn tirimbêla wan hatibû sekinandin û ew hatibûn desteserkirin.
Li gor DIHAyê Oruçê li dadgehê îfade daye û daye zanîn ku ew rojnameger e.
Desteya dadgehê biryar da Oruç û herdu kesên digel wê bi tometa ‘’endametiya rêxistinê’’ bên girtin.
Hersê girtî ji bo girtîgeha Êlihê ya curreyê Myê hatin şandin.
Yazdeh nûçegihanên DIHyê, Nuri Akman, Feyyaz İmrak, Mazlum Dolan, Ziya Ataman, Meltem Oktay, Muhammed Doğru, Bilal Güldem, Mehmet Hakkı Yılmaz, Abdulkadir Turay, Nedim Türfent, Şermin Soydan di girtîgehê de ne. (AS/MB)