Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DIHA) Meltem Oktay ku 4 meh ewil li Nisêbînê dema li ser karê xwe bû hatibû binçavkirin û di 14ê Nîsanê de hatibû girtin.
Rûniştina duyemîn a doza Meltem Okay îro li 2. Dadgeha Cezayê Giran ya Mêrdînê hat dîtin û dadgehê derbarê Oktay de biryara tehliyekirinê da.
Piştî tehliyekirina Meltem Oktay hejmara rojnamerên girtî bû 75.
Çi bûbû?
Nûçegihanên DIHAyê Meltem Oktay û Ugur Akgul di meha Nîsanê de li Nisêbînê dema li ser karên xwe bûn û bûyerên li wir dişopandin, polêsan avêtin ser mala ku lê ne û wan binçav kiribûn. Piştî binçavkirinê Ugur Akgul serbest hatibû berdan lê Meltem Oktay hatibû girtin.
Meltem Oktay bi tewanbariya ‘endamê rêxistinê ye’ û ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ ve hatibû girtin. Ugur Akgul jî hi ber nûçe û parvekirinên xwe yên di Facebook û Twitterê de bi tewanbariya ‘propagandaya rêxitinê kiriye’ tê dadkirin.
(EA/YO)