Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Ji ber ku Hîndekara Zanîngeha Mûnzûrê Prof. Dr. Ulku Ozbeyê giliyê Rûken Tûncel, nûçegîhana bîanetê kiriye, çûye li emnîyetê îfade daye.
Sedema gilîkirina Ozbeyê parvekirina vîdeoyekî ku li ser hesabê xwe yê medya civakî ye. Tûncelê jî ev vîdeo bi etîketa Zanîngeha Mûnzûrê û Rektor Ubeyde Îpekê parve kiriye û gotiye, “Ulku Ozbeya ku di vîdeoyê de ye, dekana we ya Ulku Ozbey ya ku we li 10 beşan wezîfedar kiriye nîne?”
Videodaki Ülkü Özbey, 10 bölümde görevlendirdiğiniz dekanınız Ülkü Özbey mi? @munzuruniv @UbeydeIpek pic.twitter.com/f9eYhuYELK
— Ruken Tuncel (@ruken_tuncel) February 7, 2022
Ozbeyê giliyê Tûncelê li Serdozgeriya Komarî ya Dêrsimê kiriye û îddia kiriye ku ‘Tûncelê bi aşkerekirina jiyana taybet mafê wê binpê kiriye’
Ji ber vê yekê Tûncel û parêzera xwe Sîbel Erol çûne Rêvebiriya Emniyeta Beylîkduzuyê îfade daye.
Di dosyeyê de nûçe û parvekirinên Tûncelê jî hene
Lê belê nûçeyên Tûncelê ên ku pêwendiya wan bi gilînameya Ozbeyê re nîne, weke hêmaneke sûcî danîn pêşiya wê. Di dosyayê de parvekirinên li ser Selahattîn Demîrtaş, Aysel Tûglûk, Ahmet Turk û Komkujiya Dêrsimê jî cih girtine.
Tûncelê diyar kiriye ku ew naxwaze li ser parvekirin û nûçeyên li pêşiya wê hatine danîn yên pêwendiya wan bi gilînameyê re nîne îfadeyê bide. Xwestiye tenê têkildarî giliyê Ozbeyê îfade bide.
Tuncelê piştre di îfadeya xwe de wiha gotiye:
"Ez bi xwe Ulku Ozbeyê ku li Zanîngeha Mûnzûrê wezîfedar e weke şexsî nas nakim. Min bere jî der barê zanîngehê de gelek nûçe çêkirin û derbarê min de gilî kiribûn. Lê belê ji lêpirsînên beriya niha biryara neşopandinê hatibû dayîn.”
"Min vîdeoya ku Ozbeyê li Whatsappê barkiribû, min bi fikra ku jixwe belav bûye li ser Twîtterê parve kir. Min nûçeyên xwe yên berê destnîşan kir û li gorî wan pirsî ‘ gelo Ulku Ozbey ev e?’ Tu dijminatîya min bi wê re nîne. Di parvekirina min de jî heqaret nîne.”
"Heke ew vê rewşê weke heqaret qebûl dike, divê vîdeo li ser Whatsappê parve nekiraba. Ez sûcdariyan qebûl nakim.”(HA/AY)