Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BIAyê, di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê(mehên 10, 11 û 12.) de 233 rojnameger û xebatkarên medyayê têne dadkirin.
Ji bo wan 10 caran mûebeta zehmetkirî, mûebetek, 2 hezar û 552 sal û 10 meh cezayê girtinê tê xwestin. Herweha 3 milyon û 928 hezar TL(Lîreyên Tirkan) cezayê maddî wek tezmînata meinewî tê xwestin. Ev yek sansûra berbelav nîşan dide.
Di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de 25 rojnameger bi sûcê “heqareta li Erdoganî” bûne gumanbar an jî hatine dadkirin. Recep Tayyîp Erdogan Tebaxa 2014ê bû serokkomar ji wê demê hate meha yekem a sala 2019ê, ji ber rexneyên li Erdoganî hatîn kirin ew rê hatiye vekirin ku 54 rojnamegeran bi TCK 299. ceza xwar(bûn mehkûm).
Sernivîsên Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BIAyê ev in: “rojnamegerên hatîn kuştin”,”rojnamegerên girtî”,”êrîş, tehdîd û astengkirin”,”bêcezayî/mafxwazî”,”lêpirsîn, dozên hatîn vekirin, dozên didomin”, “heqaret, mafên kesane û dozên tezmînatê”,”yasa, girtin û astengkirin, komkirina (berheman)”,”Dadgeha Qanûna Bingehîn”,”Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê”,”RTUK(Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan).
123 rojnameger girtî ne
Li gor jimarên 1ê meha yekem a 2019ê li Tirkiyeyê 123 rojnameger ji ber karên rojnamegeriyê bi dozên siyasî hatine girtin û di girtîgehan de ne. Ji wan 123 rojnamegeran, dadgehan ji bo 47 kesan biryar daye, 34 rojnameger hêj dihatin dadkirin. Lêpirsîn li ser 30 rojnamegeran hatibû vekirin. Parêzerên 12 rojnamegeran ji bo dozê daxwaz ji dadgeheka bilind kiriye û li benda bersivê ye.
Di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de heft rojnameger hatine girtin. Dadgehan ji bo çar rojnamegeran hikmê/biryara girtinê daye (Murat Aksoy, Atilla Taş, Kibriye Evren û Rojhat Doğru). Sê rojnameger jî di wan sê mehan de çûne di girtîgehê de û derketine (Hakan Gülseven, Berivan Bila, Sedat Sur).
Sê rojnamegerên girtî di van sê mehan de bi kontrola edlî serbest bûne: Max Zirngast, Ece Sevim Öztürk û Şirin Kabakçı.
12 rojnameger hatine desteserkirin
Di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de 12 rojnameger hatine desteserkirin. 10 ji wan rojnamegeran bi mijarên bi “kêşeya kurdan” ve girêdayî hatine girtin.
Di heman sê mehên sala pêşiya wê de 17 rojnameger hatibûne desteserkirin. Hingê 10 rojnameger bi “kêşeya kurdan” û heft rojnameger bi lêpirsîna FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) hatibûn desteserkirin.
Di hemiya sala 2017ê de 85 rojnameger hatibûn desteserkirin. 31 ji wan rojnamegeran ji medyaya nêzîkî Cemaeta Fethullah Gulenî kar dikirin, 20 rojnamegeran di medyaya kurdan de kar dikirin, 5 rojnamegeran ji bo medyaya navneteweyî kar dikirin. Di sala 2016ê de ji ber hewildana derbekirinê Rewşa Awarte hatibû îlankirin û 201 rojnameger hatibûn desteserkirin.
Rojnamegerek hat kuştin
Di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de nivîskarê rojnameya Washington Postê yê ji erebistana Siûdiyê Cemal Qajûxçî (Jamal Khashoggi) 2yê Çiriya Pêşiyê de li konsolxaneya welatê xwe ya li Stenbolê hatiye kuştin. Du rojnameger(Fatih Portakal û Nalin Öztekin) û du saziyên medyayê (Cumhuriyet gazetesi û Odatv) hatine tehdîdkirin.
Bêjerê nûçeyan yê FOX TVyê hem ji aliyê serokkomar, Recep Tayyîp Erdogan hem jî ji aliyê serokê “Osmanli Ocaklari”yê ve hatiye tehdîdkirin. Wezîrê karên navxweyî rojnameya Cumhuriyetê kir armanc, piştî vê yekê fîşekek li wesayita rojnameyê ya li navenda wê ya li Şîşlîya Stenbolê ketiye.
Di sala berê de êrîş li şeş rojnameger û organeka medyayê hatibû kirin. di wan rojnamegerên bi kuştinê hatîn tehdîdkirin de Fatih Portakal hebû, herweha, Fatih Altaylı û Burcu Yıldırım hatibûn tehdîdkirin.
Di hemiya sala 2017ê de rojnamegereka ji Sûriyeyê li Stenbolê hatibû kuştin. Êrîş li 20 rojnamegeran, rojnameyekê û weşanxaneyekê hatibû kirin. Herweha 12 rojnameger û saziyeka medyayê hatibû tehdîdkirin.
TCK û TMK: 182 nûnerên medyayê li dadgehan bûn
Di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de 10 rojnameger ji ber “beşdariya li derbeyê” û “têkbirina yekîtîya dewletê” hatine dadkirin ji bo her yek ji wan mûebeda zehmetkirî tê xwestin.
Bi sûcên “sîxurî” û “peydakirin û weşandina belgeyên dewletê” 9 rojnameger hatine dadkirin. Ji bo wan cezayekê mûebedê û li ser hev 500 sal cezayê girtinê hatiye xwestin.
Di vê dewrê de 100 rojnameger ji ber karên rojnamegeriyê bi dozên siyasî hatine dadkirin. Bi sûcên “endambûna rêxistinê”,”birêvebiriya rêxistinê”,”alîkariya rêxistinê”,”sûckirina li ser navê rêxistineka ku ne endama/ê wê ye” 1.514 sal cezayê girtinê tê xwestin.
Di van sê mehan de bi sûcên “endambûna rêxistinê”,”birêvebiriya rêxistinê”,”alîkariya rêxistinê”,”sûckirina li ser navê rêxistineka ku ne endama/ê wê ye” 51 rojnameger hatine dadkirin. 352 sal û 6 meh cezayê girtinê ji bo wan tê xwestin. Kesek serbest bûye(ji dozê azad bûye). ji bo sê rojnamegeran 11 sal û mehek û 20 roj cezayê girtinê hatiye dayin(6 meh û 7 roj hatiye paşdedan). Dozên li ser çar rojnamegeran hatîn vekirin dozên nû bûne. Ji bo 6 rojnamegeran ji berê ceza hatiye dayin û di wê dewrê de cezayên wan hatiye pesendkirin.
Çar rojnameger bi sûcê “sivikkirina saziyên dewletê” hatine dadkirin, 8 sal cezayê girtinê ji bo wan tê xwestin. Dozên li du kesan hatî vekirin dozên nû bûne. sê rojnameger bi sûcê “pesindana sûc û sûcdaran” hatine dadkirin ji bo wan 9 sal cezayê girtinê tê xwestin.
Sê rojnameger bi sûcê “ji bo kîn û dijminiyê tehrîkkirina gelî” hatine dadkirin 8 sal û 6 meh ceza ji bo wan hatiye dayin. Rojnamegerek bi sûcê “binpêkirina nehênîtîya peywendîdanê” hatiye dadkirin ji bo wî sê sal cezayê girtinê tê xwestin û rojnamegerek bi sûcê “heqareta li bîra Atatirkî” tê dadkirin ji bo wî jî 4 sal û 6 meh cezayê girtinê tê xwestin.
Ji ber van hemî sûcan ji bo 182 rojnamegeran 10 caran mûebeta zehmetkirî, mûebetek, 2 hezar û 552 sal û 10 meh cezayê girtinê tê xwestin. Herweha 3 milyon û 928 hezar TL(Lîreyên Tirkan) cezayê maddî wek tezmînata meinewî tê xwestin.
36 rojnameger û dozên “heqaretê”
Di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de, 31 rojnameger bi sûcê “heqaretê” hatine dadkirin. Ji bo wan 83 sal û 4 meh cezayê girtinê hatiye xwestin. Yek ji rojnamegeran beraet kiriye. Du rojnamegeran li ser hev 2 sal 11 meh û 12 rojan cezayê girtinê standiye(salek 8 meh û 25 roj hatine bi paş de dan.
Di heman dewrê de pênc rojnameger(yek ji wan karîkatûrîst bû) bi sûcê “êrîşa li mafên kesane” hatine dadkirin. 3 milyon û 928 TL tazmînata manevî hatiye xwestin.
Par di heman sê mehan de, neh rojnameger bi sûcê “heqaretê” hatibûn dadkirin. Ji wan re 30 sal û çar meh cezayê girtinê hatibû xwestin. Yek ji rojnamegeran salek, 5 meh û 15 roj cezayê girtinê standiye. Yek ji rojnamegeran ji dozê azad bûye. Ji bo 22 rojnamegeran 51 sal û 4 meh cezayê girtinê hatibû xwestin.
Ji bo pênc rojnameger, du rojname, malperek û karîkatûrîstekê 2 milyon û 790 hezar cezayê tezmînata meinewî hatiye xwestin. Dadgeha bilindtir cezayê qasî 200 hezar TLyan betal kiribû.
Di hemiya sala 2017ê de rojnamegerekê/î salek 5 meh û 15 roj cezayê girtinê xwariye. Ji bo pênc rojnamegeran 43 hezar û 840 TL cezayê maddî hatiye dayin. Kesekê/î beraet kiriye.
“Heqareta li Erdoganî”
Di sê mehên dawiyê de, ji ber nêrîn û rexneyên li ser Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî, 15 rojnameger bi 70 sal cezayê girtinê hatine dadkirin. Yekî ji wan beraet kiriye, bi giştî 8 sal û 2 meh û 22 roj cezayê girtinê li pêncan hatiye birîn (2 sal û 9 meh û 20 roj jê hatiye taloqkirin). Her weha li gorî xalên Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) lêpirsînameyên nû ji bo 10 rojnamegeran (Ahmet Sever, Berîvan Bîla, Hasan Cemal, Nûrcan Gokdemîr, Denîz Varli, Fatîh Portakal, Selma Erdal, Alîcan Ûlûdag, Kûtlû Esendemîr û Levent Gultekîn) hatine amadekirin yan jî lêpirsînnameyên ku hatine vekirin, berdewam dkin. Li gorî vê encamê di sê mehên borî de, 25 rojnameger bûne bergûman ango bersûcên Erdoganî.
Par di heman demê de ji ber nivîs, nêrîn û rexneyên wan, bi îdiaya ku “heqaret li Serokomarî kirine” li gorî Xala 299ê ya TCKyê sal û 11 meh û 10 roj cezayê girtinê û 42 hezar TL cezayê pereyan li pênc rojnamegeran hatibû birîn. Cezayên wan hatibûn taloqkirin. Rojnamegerekî/ê di encama dadkirinê de beraet kiribû. Bi heman îdiayê dozên nû li şeş rojnamegeran hatibû vekirin. Dadkirina 14 rojnamegeran berdewam dikir. Ji bo 20 rojnamegeran, bi giştî 98 sal cezayê girtinê dihate xwestin. Lêpirsînname ji bo du rojnamegerên din jî hatibû amadekirin û berdewam dikir. Li gorî vê encamê 28 rojnameger mexdûr, bergûman û bersûcê Erdoganî bûn.
Di tevahiya sala 2017ê de 8 sal û 4 meh û 10 roj cezayê girtinê (4 sal û 10 meh û 10 rojên wê hatibû taloqkirin) û 136 hezar û 500 TL cezayê pereyan li 17 rojnamegeran û gotarnûsan hatibû birîn. Çar nûçegihanan beraet kiribû, dozek ji ber dem di ser re bihurî bû hatibû girtin. Di dawiya salê de dozên nû li 6 rojnamegeran hatibû vekirin.
Xala 299ê ya TCKyê piştî ku Recep Tayyîp Erdogan di Tebaxa 2014ê de bûye Serokomar ji bo rexne û tohmetên li ser wî hatiye pêk anîn. Heta 1ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) a 2019ê herî kêm 54 rojnameger ji ber vê xalê hatine cezakirin.
327 lînkên nûçeyan hatine sansurkirin, Wikipedia 20 meh in ku qedexe ye
Di navbera mehên Çiriya Pêşiyê (Cotmeh)- Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) û Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) a 2018ê 327 nûçeyên ku li ser înternetê hatine belavkirin, hatine askengkirin. Ji bo rojeva netewî du caran biryara qedexeya weşanê hatiye derxistin. Malpereke nûçeyan hatiye astengirin.
Malpera zanyariyan a herî mezin a dinyayê Wikipedia 20 meh in li Tirkiyeyê hatiye qedexekirin. Hêceta qedexekirinê ew e ku li hin rûperan agahiyên li dijî hikûmeta Tirkiyeyê heye. Çalik Holding, Kalyon Holding, Akin İpek, Kivanç Tatlitûg û gelek kes û derdoran serî li dadgehan dane û xwestine ku nûçeyên derbarê wan de hatine weşandin, bên astengkirin. Dadgehan ev daxwaz qebûl kirine. Di vê demê de qedexeya rojnameyên rexnekir a ji hêla Şîrketa Balafiran a Tirkan (THY) dîsa di rojevê de bû. Her weha du rojnameger hatine astengkirin. Nameyek girtiyan jî hatiye qedexekirin.
Par di heman dewrê de 36 malperên nûçeyan û nivîs, heşt karîkatur, şeş pirtûk, sê rojnameger rastî sansurê hatibûn. Dîsa biryareke qedexeya weşanê hatibû derxistin û herî kêm du bûyerên sansurê yên cida çêbûbûn.
Di sala 2017ê, dema Rewşa Awarte de, bi qanûnên îtiraz lê nikare bê kirin 6 caran demkî an jî daîmî weşan hatine qedexekirin, sê caran ji bo dayina akredîtasyonê cidaxwazî hatiye kirin, 47 pasaport û karteke çapemeniyê hatiye betalkirin, sê organên medyayê hatine girtin.
Di wê dewrê de 10 malper, 6 rojname, 97 nûçe û nivîsên malperan, 8 kitêb, 6 kovar, 3 peyamên li Twitterê û 8 karîkatûr hatine sansûrkirin. Her weha 9 bûyerên din ên sansurê çêbûbûn.
Dadgeha Qanûna Bingehîn
Di van sê mehan de Dadgeha Qanûna Bingehîn diyar kiriye ku mafê azadiya xwe-îfadekirinê heye û ev maf hatiye binpêkirin. Bi vê biryarê 8 hezar û 227 Lîreyên Tirkan (mesrefa dadgehê jî tê de ye) ji bo 2 rojnameger, malpereke nûçeyan û polîsekî hatiye dayin.
Dadgeha Qanûna Bingehîn dozên ne li dijî polîtîkayên ewlehiyê yên hikûmetê tîne rojeva xwe. Piştî derbeya 15ê Tîrmeha 2016ê dadgehê xwe ker kir. Wê 11ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê dest bi dayina biryaran kir lê tesîra wê nema.
Heke Lijneya Giştî ya Dadgehê di dema xwe de biryara serlêdanên wan nede û heke dosyayên xebatkarên rojnameya Cûmhûriyetê û xebatkarên din ên medyayê yên di dosyayên din te tên dadkirin, bên erêkirin wê bikevin girtîgehê.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê
Di mehên Çiriya Pêşiyê-Çiriya Paşiyê-Tebaxa 2018ê de derbarê azadiya xweîfadekirinê de ti biryareke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derneketiye.
Gulana 2017ê Rêziknameya Birêvebiriya Navxweyî hatibû guhertin. Heta 20ê Gulana 2018ê Dadgeha Qanûna Bingehîn ti biryar nedabûn, dadgehê nû biryar da ku mafên rojnameger Mehmet Altan û Şahin Alpay hatine binpêkirin. Biryara ji bo Mehmet Altan û Şahin Alpayî ji bo dozên dî yên li dadgehên herêman wek emsal nehatiye dîtin. Rojnamegerên weke Ahmet Altan û Nazli İlicak ku piştî Hewldana Derbeya 15ê Tîrmehê hatine girtin, piştî 2 sal û nîvan, li bendê ne biryar ji bo serlêdana wan a derbarê “girtina wan a neheq” de bê dayîn.
Hêjayê gotinê ye ku dema rojnamegerên di tecrîdê de hatîn dadkirin de, raportorê taybet yê azadiya fikir û xwe-îfadekirinê David Kaye, komîserê berê yê mafên mirovan yê Konseya Ewropayê Nils Muizniesk û 13 rêxistinên mafên mirovan hazir bûn.
Bêcezahiştin
Nûçegihanê Dieveltê yê Tirkiyeyê, Deniz Yucal piştî hatî girtin salekê li girtîgehê maye. Sibatê ew ji girtîgehê derketiye û doza tezmînatê li Tirkiyeyê vekriye û xwestiey 2.9 milyon TL ceza bê dayin. Lê dadgehan biryar daye “şertên dadkirinê pêk nehatiye”û doz betal kir.
Dema Seray Şahiner li otêleka Bursayê dima polîsan bi ser otêlê de girtiye û ew desteser kiriye. Wê gilî kiriye lê gilî kiriye lê dadgehekê biryara “neşopandina bûyerê” daye. 8ê Hezîrana 2016ê li Midyadê êrîşkaran bi bombeyan êrîşî Emniyeta wê derê kiriye. Zêdetirî 10 rojnamegeran xwestiye nûçeya bûyerê çêbikin. Ew hatine hingavtin. 28 meh in berpirsên bûyerê bêceza ne.
Dadkirina derbarê kuştin revandin û kuştina rojnameger Haydar Meriçî de li Dadgeha Cezayê Giran A Kirklareliyê berdewam kiriye. Bi sûcên weke “endamtiya FETOyê” û “guhdarkirina dijhiqûqî” 23 sal û 4 meh cezayê girtinê li polîsekî hatiye birîn ku tê gotin rojnameger taqîp kiriye.
Mûrat Şahînê êrîşa çekdarî li Can Dundar Berpirsê Weşanê yê Berê yê Rojnameya Cûmhûriyetê kiriye, ji ber sûcê “çeka bêdestûr” rastî 10 meh cezayê girtinê hatiye. Her weha ji ber birîndarkirina Yagiz Şenkal nûçegihanê NTVyê jî 4 hezar û 500 TL cezayê pereyan li Şahînî hatiye birîn û bi vî awayî rizgar bûye. 8ê Hezîrana 2016ê li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Midyadê êrîşeke bombeyî çêbûbû. Di dema şopandina vê bûyerê de zêdetirî 10 rojnamegeran rastî êrîşa hêzên asayişê û komekê hatibûn. Doza derbarê vê de jî hê encam negirtiye. Û bêcezahiştin li vir jî berdewam dike.
Doz li heft dadwer û dozgerekî hatiye vekirin ku ji ber reşnivîsa pirtûka bi navê “Artêşa Melayî” Adara 2011ê di encama komployekê de rojnameger Ahmet Şik girtibûn.
Rojnameger Ugur Mumcu û Ahmet Taner Kişlali di salên 1990an de hatibûn kuştin. Derbarê kuştina wan de dozek bi navê Hêviyê ango Umut dihate meşandin. Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo Ogûz Demîr, kesê bombe avêtiya û pênc bergumanên din biryara ji nû ve dadkirinê standibû. Dadkirin bi du dosyayên cida berdewam dike. Qet dest nedane wan kesan ku di encama fermana nivîskî a Tansû Çîller, Serokwezîra demê de li Kadirgaya Stenbolê bombe avêtibûn rojnameya Ozgur Ulkeyê.
RTUK
Di heman demê de Lijneya Bilind ya Radyo û Televizyonan(RTUK) ji ber naveroka nûçe, bername û fîlmên di TV û radyoyan de, 23 bername sekinandiye, 37 caran cezayê pereyî daye TVyan lê ti wê dewrê de ti ceza nedane radyoyan.
Lijneyê bi giştî 37 caran bernameyên televizyonan daye sekinandin û li ser hev 5 Milyon û 297 hezar û 702 TL ceza daye wan.
Di sê mehan de 37 rojnameger ji kar hatine avêtin
Di navbera mehên Çiriya Pêşiyê (Cotmeh)-Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) –Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018ê de herî kêm 37 rojnameger, gotarnûs an jî xebatkarên beşa karên nivîsan ji kar hatine derxistin an jî di encama guhertina edîtoryal a grûpa medyaya wan de neçar hatine hiştin ku ji kar derkevin. Di vê demê de dora dest ji kar berdanê gihişte Şîrîn Payzin, Ferhat Boratav, Denîz Zeyrek, Gokçer Tahîncîoglû û hinên din.
Par di heman dewrê de herî kêm 46 rojnameger û xebatkarên medyayê ji kar hatibûn derxistin an jî neçar hatibûn hiştin ku ji kar derkevin. Dîsa çar xebatkarên berê yên Sputnik Tirkiyeyê doza vegera karî vekiribûn. Di tevahiya sala 2017ê de 166 rojnameger û xebatkarên medyayê neçar hatibûn hiştin ji kar derkevin an jî ji ber bernameyên wan amade dikir/pêşkêş dikir qediya bûn, ji kar hatibûn derxistin. (EÖ/APA/MB/FD)