Nûbiharê ji serdema Sovyetê du pirtûkên bi kurdî çap kirin. “Sîsê”ya Mîroyê Esedî û “Memê û Zînê” ya Emînê Evdalî herdu pirtûk in.
“Memê û Zînê” berhema Emînê Evdalî ye ku ji ber destana navdar “Mem û Zînê” amade kiriye. Wî ji lêkolîn, nivîs û bihîstinên xwe, ev berhem weke helbest saz kiriye. Mûstafa Kiliçaslanî ev pirtûk amade kiriye.
“Sîsê”ya Mîroyê Esedî
Pirtûka din a ku ji heman serdemê ye, ya bi navê “Sîsê” ye ku nivîskarê kurd ê wê serdemê Mîroyê Esedî nivîsiye. “Sîsê” pirtûka Esedî ya pêşiyê ye û behsa serpêhatiyên kurdan di kolxozan de dike.
Mûstafa Kiliçaslanî li gel Mehmet Yildirimçakarî ev pirtûk amade kiriye ku yek ji nimûneyên romanên kurdî yên dewra Sovyetê ya mijar û şêwaza wê piranî li ser realîzma civakî ye. (FD)