Weşanxaneya Nûbiharê hemû helbestên Şikoyê Hesen bi latînî çap kiriye.
Qalçîçek di sala 1961an de hatiye çapkirin. Di 1965an de jî Tembûrê Kurda derdikeve. Meremê Dilê Kurd 1971an de çap dibe. Piştî mirina wî bi saleke din di 1977an de jî Perweza Weten tê çapkirin. Niha jî Weşanxaneya Nûbiharê hemû berhemên Şikoyê Hesen çap kiriye.
Hin ji helbestên Şikoyê Hesen wek stran hatine xwendin û di nav gel de belav bûne. “Zimanê Kurdî” ku cara pêşî ji hêla Aram Tîgran ve hatiye xwendin û helbesta wî ya herî zêde tê zanîn e.
Di rûpelên pêşî yên her çar pirtûkan de jî pêşgotina Eskerê Boyîk heye.
Ömer Faruk Feyat ku hemû helbestên Şikoyê Hesen ji Kirîlî veguhestiye Latînî wiha gotiye: “Bi tu şiklî me orjînala helbestan xirab nekir, bi wan neleyîst. Peyvên bilêvkirina herêmî hatine nivîsîn qet nehatine xirabkirin.”
Feyat, di berdewamiyê de derbarê lêzêdekirinên di pirtûkan de wiha gotiye: “Di çar pirtûkên Şikoyê Hesen de gelek helbest cih digirin. Hinek helbestên wî xweyî nav in, lê hinek helbestên wî jî bê nav bûn. Helbestên bê nav di metna orîjînal de bi şeklê “*” hatibûn binavkirin. Ji bo ku helbest hem zû bête dîtin hem jî bênav nebe, me navekî li helbestên bênav kir. Di helbestê de rêzika ewil çi be, me ewê wek nav hilbijart. Li rexê wê jî îşareta “*”danî. Bi vê îşaretê dê bê zanîn ku ev sernav ji hêla me ve hatiye danîn.”
Hêjayê gotinê ye ku cara yekê ye hemû berhemên Şikoyê Hesen bi Latînî tên çapkirin.
Derbarê Şikoyê Hesenî deMalbata Şikoyê Hesen dema Herba Cîhanê ya Ewilîn ji gundê Şatiroxliya girêdayê Digora Qersê bar dikin û diçin gundê Camûşvana Biҫûk ya li berpala çiyayê Elegezê ku niha di nav sînorê Ermenîstanê de ye. Şikoyê Hesen di 5ê Hezîrana 1925an de li vî gundî tê dinê. Hê pênc salî tunebûye bavê wî Hesenê Mido diçe rehma Xwedê. Zarokatiya wî bi zor û zehmetî derbas dibe. Sala 1948an pey qedandina dibistanê diçe bajarê Yêrêvanê û di Zanîngeha Ermenistanê ya Dewletê de beşa Zimannasiyê, fakûlteya Rojhilatzaniyê da qebûl dibe. Sala 1953an xwendina bilind bi serkeftî xilas dike. Wî dişînin gundê Baxnarê, nehiya Gagrayê /Abxaziya/ Komara Gurcistanê ku di dibistana wî gundî ya Ermeniya da wek dersdarê ziman û edebiyeta Ermenî bixebite. Heta sala 1959an li wir dixebite. Lê xwestin û meremên wî berdewamkirina xwendinê, kurdzanî, edebiyet û zimanzaniya Kurdî bûn. Sala 1959an dema karên kurdewerî dîsa li Ermenistanê geş dibin, vedigere Yêrêvanê û Radyoyê, di para axaftinên bi zimanê Kurdî da wek werger û xebatçiyê edebiyetê derbazî ser kar dibe. Du sal şûnda êntiyaman dide û di aspîrantûra Akadêmiya Ermenistanê ya zaniyarî beşa zimanzaniyê da qebûl dibe. Dişînine Lênîngiradê ku li cem rojhilatzanên eyan li ser têza xwe ya doktoriyê bixebite. Rûyê destengî û tunebûna mecalên jiyanê, nexweş dikeve doktoriyê nîvcî dihêle û vedigere Yêrêvanê û di sêktora Kurdzaniyê ya Akadêmiya Ermenistanê ya zanyariya pera rojhilatzaniyê da dixebite. Vira jî bext jê ra nakene, nikare pirsgrêkên mala xwe yên aborî ҫareser bike. Nivîsarên wî di wadeyê da naweşînin. Lawê biҫûk di qezyakê da tê kuştin. Mecbûr mala xwe bar dike destguhestî bajarê Tilbîsê dibe. Destengî, nexweşî, bêgumanî lê zor dikin. Helbestvanê pirşuret, 48 saliya xwe da, 22yê Çiriya Paşin/Mijdarê sala 1975an dawî li jiyana xwe tîne. Berhevoka helbestên wî ya ewilîn: “Qalçîçek” sala 1961ê li Yêrêvanê hate weşandin. Berhevoka Şiko ya duda: “Tembûrê Kurda” sala 1965an hatiye weşandin. Sala 1971î berhevoka wî ya helbesta: “Meremê Dilê Kurd”, lê sala 1977an, êdî salek ji pey wefeta wî re berhevoka “Perweza Weten” çap bûne |
(AY)