Weşanxaneya Nûbiharê 3 pirtûkên nû çap kirin.
Pirtûka yekem “Dubeytiyên Baba Tahirê Hemedenî” ye. Dr. Perwîz Cîhanî ev pirtûk amade kiriye. Baba Tahirê Hemedanî helbestvan û zanyareke k udi sedsala 4an a hicrî de jiyaye.
Di pirtûka navborî de 336 dubeytî hene. Nûbiharê di danasîna vê pirtûkê de behsa van zanyariyan kiriye: “Dubeytiyên Baba Tahir yên orjînal hindik in; ew dubeytiyên ku niha bi navê wî têne weşandin hemî ne yên wî ne. Herweha dubeytî, ji hêla zimanî ve jî hatine tehrîfkirin; ji formên wan ên Kurdî/Lorî hatine Farisîzekirin. Dubeytiyên Baba Tahir bi gelek zimanên cîhanê hatine wergerandin. Ev wergera han jî ji hêla Perwîz Cîhanî ve hatiye kirin. Di kitêbê de 336 dubeytî hene. Cîhanî, wergera xwe bi awayê wezn û qafiye hûnandiye.”
“Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî”
Pirtûka duyem a ku Nûbiharê çap kiriye, şerha Dîwana Eliyê Herîrî ye. Tehsîn Îbrahîm Doskî ev pirtûk amade kiriye.
Eliyê Herîrî yek ji pêşengên helbestvanên klasîk ên Kurd e. Çavkaniya yekem a ku qala Eliyê Herîrî kiriye Mem û Zîna Ehmedê Xanî ye. Xanî, navê Herîrî digel helbestvanên kurd yên mezin -Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran- aniye zimên. Lê ti agahî derbarê wî de nedaye. Piştî Xanî, ji 150 salî bêhtir kesê ku hinek zanînên kurt derbarê wî de daye Mela Mehmûdê Bazîdî ye. Ji hinek cihên helbesta wî, eşkere dibe ku devoka wî, bi ser devoka ‘eşîra “Sûrçiyan” ve diçe ku cihê wan dikeve ser tixûbê Kurmanc û Soranan. Zaravayê wan di binyat de Kurmancî ye, lê hinek peyvên Soranî jî di nav de hene.
Doskî deh helbestên Herîrî ji destxet û keşkûlên kevn berhev kirine û navê wê “Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî” lê kiriye. Doskî, di xebata xwe de pêşîn metnê eslî yê helbestekê hemî dane; piştre beytên wê yek bi yek rêz kirine, li binê her beyte hinek peyv û term rave kirine û paşê jî ew beyt şîrove kiriye. Herweha di vê xebatê de, sûdjêwergirtî jî li dawiya Dîwançeyê wek faksîmîle hatiye bicihkirin.
“Edebîyata Kurdî ya Sovyetê”
Pirtûka dawî ku Nûbiharê çap kiriye, ya Zulkuf Ergun e. Navê pirtûkê “Edebîyata Kurdî ya Sovyetê” ye.
Ev xebat di mînaka berhemên Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Elîyê Evdilrehman, Sîma Semend, Sehîdê Îbo, Egîdê Xudo, Emerîkê Serdar, Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesenî de serborî û dîmena giştî ya edebîyata kurdên Sovyetê tîne ber çavan. Ji ber vê di serî de paşxaneya dîrokî û sîyasî ya kurdên vî welatî û destpêka edebîyata wan vedikole paşê jî bi arîkarîya rêbazên sosyolojîya edebîyatê û vegêrannasîyê li ser teorîya berhemanîna vê edebîyatê, taybetmendîyên wê yên vegêranî û rehendên wê yên nasnameyî radiweste. (FD)