Hejmara 163yan a kovara Nûbiharê derketiye. Di vê hejmarê de ji bilî çîrok, helbest, gotar û çendîn cûre nivîsên din, dosyayeke berfireh li ser “Berxwedana Araratê” hatiye amadekirin.
Edîtorên dosyayê Mehmet Gultekîn û Nîhat Gultekîn in ku demeke dirêj e li ser vê mijarê lêkolînan dikin.
Di dosyayê de çendîn nivîs hene ku derbarê dîrok, naverok, encam û bandora “Berxwedana Araratê” de hatine nivîsîn.
Mehmet Gültekin û Nihat Gültekin bûyera ku nêzîkî sed sal berê qewimiye careke din anîne rojevê.
Jibilî dosyayê jî di vê jimarê de bi nivîs û çîrokên Yûnis Amedî, Sabri Akbel, Ömer Faruk Feyat, Felat Dilgeş û Mutî cih girtine.
Şairên vê jimarê jî ev kes in: Rojan Barnas, Berken Bereh, Sidîq Gorîcan, Hafizê Şîrazî (werger: Hayrullah Acar), Mehmet Bozkoyun, Ahmed Arif (werger: Talat İnanç), Şükran Çaçan, Asyah Goyî, Sabri Akbel, Muqades Agirî, Beyazidê Duwem (werger: M. Zahir Ertekin), J. Ahmed Yıldız û Kevok Mizgîn.
(FD)