Nûbihar Podcastê dest bi weşanê kiriye. Nûbihar Podcast yek ji karên Weşanxaneya Nûbiharê ye û wê di beşên Podcastan de rêveber, edîtor, redaktor, bergsaz, rûpelsaz, nivîskar û wergerên pirtûkan behsa kar û barên xwe bikin.
Nûbihar Podcast bi pêşkeşvaniya Aziz Tekin tê qeydkirin lê di beşên pêş de li gor hewcedarî tê plankirin ku kesên din jî pêşkeşvaniyê bikin. Tê payîn ku du hefteyan carekê amade bibe û biweşe.
Di beşa yekem de Berpirsê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk bûye mêvan. Çevîkî behsa serpêhatî û xebatên xwe yên weşangeriyê kiriye.
"Li gor pêşketinên teknolojiyê wê xwe bigihîne xwendevanan"
Aziz Tekinî ji bo armanca amadekirin û pêşkêşkirina Nûbihar Podcastê diyar kir ku wê bi rêya podcastê zêdetir kes hay ji fikr û ramanên nivîskar û wergeran çêbibe:
“Armanca Nûbihar Podcastê ew e ku li gor pêşketinên teknolojiyê di qadên nû de bibe xwedî gotin û di formatên nû de xwe bigihîne xwandevan û gohdaran. Ji ber qadeke pêşketî û berfireh ya nûçe û nivîsên çandî, weşangerî tune ye ku pirtûkeke ji weşanxaneyeke derdikeve bê haya gelek kesan jê çêbibe eleqeya bo wî ditemire. Bi rêya podcastê ew ê zêdetir kes hay jê hebe û bi awayeke samîmî guh bide fikir û ramanên nivîskar û wergerên pirtûkan.”
Tekin di berdewamiya axaftina xwe de behsa hilbijartina kesên tevlî podcastê bibin kir: “Ev podcast li ser navê Weşnaxaneya Nûbiharê tên qeydkirin û weşandin, lê tevlîbûna kesan li gor xwendinên min ên şexsî ne. Ez pirtûkeke bixwînim û wek xwendevanekî pirs di serê mind e peyde bibin, ez ê hewl bidim qeydeke podcastê bo zelalkirina meseleyê çêbikim.”
Nûbihar Podcast li ser platformên podcastan û YouTube-ê di weşanê de ye. Her weha wê di demên pêş de li ser malpera nubihar.com-ê bê weşandin. (FD)