Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû 13 roj in ku ji Enqereyê dest bi meşa ber bi Stenbolê ve kiriye.
Kiliçdaroglû û heyeta wî ji Dagkenta Bolûyê siet 9.20ê dest bi meşê kir.
Kiliçdaroglû pêşiya meşê axivî ûeşkere kir ku ji beriya parlamenterê CHPyê Enîs Berberoglû bê girtin cihê wî yê li girtîgehê hatibû amadekirin.
Platforma Jinan ya Enqereyê jî beşdarî meşê bû.
Komeka Dayikên Aştiyê jî beşdarî meşê bûn.
Li ser rêya Bolûyê piştî kesekî heqaret kirî pevçûn derket. Polîsan êrîşkar dûr xist. Cama tirimbêlekê şikest.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîranê de Dadgeha Stenbolê biryara girtina parlamentê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglûyî da.
Berberoglû ji ber nivîsîna nûçeya li ser TIRên MIT(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) hatibû sûcdarkirin. Dema MITê tejî TIRekê çekên giran ji bo Sûriyeyê dibir rêya TIRê hatibû girtin û rojnameya Cumhuriyetê li ser bûyerê nûçeyek çêkiribû.
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû û desteya digel wî di 15ê Hezîranê de ji Parka Gûvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşê kir. Meşa wî dê 23 rojan dom bike û armanca wî ew e ku heta Girtîgeha Maltepeyê bimeşe. Kiliçdaroglûyî meşa xwe wek "Meşa Edaletê" bi nav kir.
Parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglû di Girtîgeha Maltepeyê de dimîne.(EKN/MB)
Meşa Edaletê:
Notên li ser roja 7.a Meşa Edeletê
CHPyê îtiraza girtina Berberoglûyê parlamenter kir dadgehê red kir
Xwenîşandarek di “Meşa Edaletê” de ket krîza dilî û mir