Bila Cejna Noelê ya hemû xiristiyanan pîroz be. Noel her sal di 25ê Kanûna Pêşiyê de tê pîrozkirin. Bernameya pîrozbahiyê di 24ê Kanûna Pêşiyê de dest pê dikin û li hin welatan heta 26ê Kanûna Pêşiyê berdewam dikin.
*Li Dêra Saint Espritî ya Şîşliyê Noel hate pîrozkirin. Fotograf: Hakan Akgün - AA
Dêra Ortodoksan a Ermeniyan Noelê li gorî demsala Julyenî di 6ê Kanûna Paşiyê de pîroz dikin. Ermeniyên Ortodoks ên Tirkiyeyê jî di 6ê Kanûna Paşiyê de pîroz dikin. Li hin welatên ku hejmara xiristiyanan zêde ye, Noel û sersal bi hev re tê pîrozkirin.
Xiristiyanên li Tirkiyeyê duh bi şev li Stenbol, Mêrsîn, Hatay û bajarên din li dêran Noelê pîroz kir.
*Duh li şev li Beyoglûyê li Dêra Saint Antuanî Noel hate pîrozkirin. Fotograf: Hakan Akgün
Beşeke zêde a xiristiyanan Cejna Noelê weke roja jidayikbûna Îsayî pîroz dikin. Her weha bi navê Cejna Vejînê û Zayîna Pîroz jî tê pîrozkirin.
*Li Dêra Katolîkan a Latîn Îtalyan a Mêrsînê bernameyek li dar kit. Fotograf: Serkan Avci
*Li Mêrdînê civaka suryaniyan li Dêra Kirklarê Cejna Vejînê pîroz kir. Fotograf: MA
Suryanî 25ê Kanûna Pêşiyê bi navê “Yaldo”yê pîroz dikin û beriya cejnê bi 10 rojan, rojiyê digirin. Di van rojan de xwarinên bi qatix û goşt tên çêkirin naxwin.
*Li Hatayê li dêrên ortodoksan ên li Antakya û Îskenderûnê bername pêk hatin. Fotograf: Ali Kemal Zerenli - AA
(AÖ/FD)