Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nobeta Wicdan û Edaletê ya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dabû destpêkirin piştî li Amed û Stenbolê li Wanê birêve çûbû ku îro ya li Wanê jî qediya.
Nobet ji sibê û pê de wê li Îzmîrê berdewam bike.
Di roja dawiyê ya Nobeta Wicdan û Edaletê ya li Wanê de Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDPyê û Parlamenterê Wanê Nadîr Yildirimî axivî:
Beşek ji axavtina Yildirimî wiha ye:
“Ji ber pirsgirêka Kurd pirsgirêkên civakî bêçareser mane”
“Di 100 saliya dawî ya Welêt de pirsgirêkên bingehîn hene ku nehatine borandin û bi demê re kangren bûne.
“Em dikarin van pirsgirêkan hemûyan weke pirsgirêka demokrasî, azadî û wekheviyê binav bikin.
“Em weke partî, pirsgirêka bingehîn a welêt weke pirsgirêka Kurd binav dikin. Ji ber vê hemû pirsgirêkên welêt bêçareser mane.
“Heke ku em pirsgirêka bingehîn û nîvendê çareser bikin, me dît ku hemû pirsgirêkên civakê dikarin çareser bibin û me di tecrubeyên xwe de dîtin.
Rawestgeha herî dawî Îzmîr e
Wê rawestgeha herî dawî ya Nobeta Wicdan û Edaletê Îzmîr be.
Sibê ji Navenda Çandê ya Turkan Saylanê ber bi Qada Gundogduyê ve meşek lidar bikeve û paşê wê di bin serokatiya Berdevkê HDPyê Osman Baydemîrî de civîna komê lidar bikeve.
Parlamenterên ku wê beşdarî nobetê bibin wiha ne: Osman Baydemir, Ahmet Yıldırım, Ertuğrul Kürkçü, Müslüm Doğan, Dilan Direyet Taşdemir, Ayşe Acar Başaran, Mizgin Irgat, Aycan İrmez, Besime Konca, Erdal Ataş, Ali Atalan, Behçet Yıldırım. (EKN/FD)