Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nobeda Wicdan û Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî Amed, Stenbol û Wanê li Îzmîrê berdewam dike.
Nobet wê li Qada Gundogdûyê 7 rojan bidome.
2 kes hatin desteserkirin
Li gorî nûçeya dihaberê, parlamenterên HDPyê ji Navenda Çandê ya Turkan Saylanê heta Qada Gundogdûyê meşiyan. Ji bilî parlamenter, endamên Navenda Partiyê ya HDPyê û rêveberên bajêr destûra beşdarbûnê ji bo kesên din nehat dayin. Her wiha polîsan bi bariyeran dora qadê girt.
Polîsan destûr neda ku rojnamegerên karta wan a zer nîne bikevin qadê. Li ser vê rewşê parlamenterên HDPyê diyar kirin ku ew ê civîna xwe ya komê li derveyî ew ciyê hatiye diyarkirin lidar bixin. HDPiyan bi berzkirina sloganan bertek nîşanî helwesta polîsan da. Polîsan du kes desteser kir û derb li rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (IHD) xist.
Baydemîr li Qada Gundogdûyê axivî
Civîna Komê ya HDPyê li Qada Gundogdûyê lidar ket û berdevkê Partiyê Osman Baydemîr axivî.
“Di her fersendê de Serokê Giştî yê AKPyê şikayetê ji rabûna cuntayê dike. Werin em lingê siyasî yê darbeyê derxin holê. Di rastiyê de ji roja ku me nobeta wicdan û edaletê daye destpêkirin heta îro, em lingên siyasî yê darbeyê ronî dikin. Ev bariyerên ku niha li vir in nîşan dide ku bê lingê siyasî yê darbeyê kî ye.
“Kesên ku bingeha darbeyê avakirin, kesên ku rabûna cuntayê nedan sekinandin û hiştin mirov bimirin, darbeya dijber lidar xistin. 20ê Tîrmehê darbeya hevpeymana şer a AKP û MHPyê ye. Rakirina parêzbendiya parlamenteran li Parlamentoya Tirkiyeyê derbeya li hemberî îradeya gel e.
Kuştina Eren Bulbulî
“Yek ji armancên herî girîng ên Nobeta Wicdan û Edaletê li jiyanê hiştin e. Xwedîderketina li mafê jiyanê ye. Ji bo ku Eren û yên weke wî nekevin û nemirin ji bilî hembêzkirina wicdan û edaetê ti rêyeke derketinê nîne. Careke din ez ji vê qadê bang li wicdanên 80 milyonan dikim. Kesên ku Eren û yên weke wî dixin bin xakê hûn berpirsiyar in, em guleya ku li Eren hatiye berdan qebûl nakin. Em wan kesên ku Eren birine herêma operasyonê şermezar dikin, em birina wî ya wir qebûl nakin. Hewl a me hemûyan ji bo ku Eren, Ceylan, Ûgûr, Miray, Veysel nekevin bin axê.
Kiliçdaroglû
“HDP di ti şert û mercan de xwe ji çûna îradeya gel bi şûn de nakişîne. Heke ku îradeya gel be ji bo çi Demîrtaş, Yuksekdag, şaredar di girtîgehan de ne. Pirsgirêk ew e ku civakeke yek tîp bê avakirin. Îro Demîrtaş, Yuksekdag, parlamenter, şaredar di girtîgehê de ne, ji ber ku armanc ew bû ku bêmuxalefet biçin referandûma 16yê Nîsanê.
“Niha di hedefa nîqaşên hilbijartinên pêşwext ên hevbendiya AKP û MHYyê de ne tenê em hene, di hedefê de Îzmîr heye. Yek ji hedefên kesên kayûmî ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tayîn kirin ew e ku kayûmî ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê jî tayîn bikin. Yek ji hedefên kesên ku Demîrtaşî girtin ew e ku Kiliçdaroglû jî bigirin. Parlamenterên CHPyê bigirin. Heke ku hûn dibêjin bila ne dereng be, ew wext e ku em di çavkaniya hevbeş a azadî, demokrasî, wekheviye de bigihên hev, faşîzmê bidin sekinandin.” (BK/FD)