Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Malbatên girtiyan yên li Amedê di 129emîn roja çalakiya Nobeta Edaletê de li pêş Edliyeya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirine.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (BDP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED DER) li ber edliyê kom bûne û xwestine tevlî daxuyaniya malbatên girtiyan bibin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan derdora edliyeyê dorpêç kiriye û nehêştiye endamên rêxistinên civaka sivîl tevlî daxuyaniyê bibin.
Li ser vê yekê malbatan bi kesên ku piştgirî dane wan re di bin dorpêçkirinapolîsan de çalakiya rûniştinê pêkaniye. Her weha çalakiya malbatên girtiyan bi dirûşma "Heq, hiqûq, edalet" bi dawî bûye.
“Tûndkariya derûnî li zarokên me dikin”
Ji bo girtiyên nexweş, girtiyên ku mafên wan yên qanûnî yên tehliyebûnê hatiye binpêkirin û binpêkirinên mafan bi dawî bibe li Amed, Wan û Îzmîrê çalakiya Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin. Piştî van bajaran li Stenbolê jî dest bi Nobeda Edaletê kirine.
Malbatên girtiyan îro çûne pêş Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê dest bi çalakiyê kirine. Malbatan aşkere kirine ku wê her rojên Pêncşemê li pêş edliyê bin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê nobeta îro ji aliyê dayika girtî Hamgîn Karakaş ku li Girtîgeha Tîpa T a Bolvadîn a Afyonkarahîsarê tê girtin Cemîle Karakaş, xwişka girtî Omer Dag ê li Girtîgeha Balikesîrê tê girtin Gulsum Dag û dayika girtî Yakûp Akman ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin Fincê Akman ve hatiye girtin.
Parêzera Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê Jiyan Çagirtekîn piştgrî daye malbatan.
Malbatan li ber Edliyeya Stenbolê derbarê nobeta xwe de daxuyanî dane. Di daxuyaniyê de li ser navê malbatan dayika girtî Yakûp Akman, Fincê Akman axivîye û diyar kiriye ku ew ji bo ji hemû girtiyan re edalet pêk bê dest nobedê dikin û wiha gotiye: "Dewlet dibejê, 'em edaletê pêk tînin'. Me jî weke dayikên girtiyan got, 'Ka em biçin ji bo zarokê xwe nobeda edaletê bigirin û binerin wê edalet bi cih bê'. Cezayên giran didin zarokên me, bi mirinê re rû bi rû dihêlin. Bila zarokê me berdin, em îro jî bo adaletê li hev kom bûne û em ji bo mafên zarokê xwe ketin nobeda edaletê. Zarokên me bi awayekî bêhiqûqî hatine girtin. Bê sûc û bê sedem cezayê giran didin zarokên me û wan mehkûmê mirinê dikin. Çi ji zarokên me dixwazin? Bila werin berdan ka sucê wan çî ye? Zarokên me dizî, tacîz û dest dirêjî kesê nekirine."
Di berdewamê de Akmanê daye zanîn ku zarokê wan di girtîgehan da bi pêkanînên nebaş re rû bi rû ne û weha tişt gotiye: "Zarokên me li girtîgehan birçî û tî dihelin. Li girtîgehên Tirkiyeyê tundiya derûnî li zarpkên me dikin. Em bêedaletiya dewletê qebûl nakin. Ew çava cîhanê li ser serê me dikin zindan em ê jî cîhanê li wan bikin zindan. Em dev ji doza xwe bernadin û ji bo hemû girtiyan li vê derê ne. Heya şert û mercên girtîgehan baş nekin û girtiyê nexweş neyên berdan em ê nobeda xwe dawî nekin. Di serî de Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş çima nayên berdan? Dewlet çima ji siyasetmedareke nexweş ditirse?. Bi hezaran girtiyên me di girtîgehan de nexweş in.
Akmanê bi lêv kiriye ku girtiyên nexweş nikarin li girtîgehan pêwistiyên xwe dabîn bikin û ji ber nexweşiyên xwe yê giran nikarin baş li xwe binêrin û bang kiriye ku girtiyên nexweş demildest bên berdan û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kiriye: "Ka edalet, li kuderê ye?. Em edaletê dixwazin, çima edaletê nayê? Dewlet ji bo çi hene? Hûn dizanin me bigrin, binçav bikin û tundiyê li me bikin, lê nizanin edaletê pêk bînin. Em edaleta wiha bêhiqûqî qebûl nakin, hevce bike em ê vê dozê heya Ewropa bibin. Heya em hebin, dilopekî xwîna me hebe em ê li pey doza xwe bin. Em ê heta dawiyê li cem doza zarokê xwe bin.”(AS/AY)