Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar 2 salan li pey xwe hiştiye. Parêzera malbatê Ayşe Şehrîban Demîrel bang li her kesî kiriye ku ji bo têkoşîna neheqiya heyî xwedî li Nobeta Edaletê derkevin.
Parêzera Malbata Şenyaşar û endama Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel daye zanîn ku di lêpirsînên têkildarî komkujiyan heta niha tu pêşketin çênebûne û dê têkoşîna wan a hiqûqê bidome.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Demîrelê diyar kiriye ku êrişkar nehatin cezakirin lewma malbatê dest bi Nobeta Edaletê kiriye û wiha domandiye: “Nobet, ji ewil li pêşiya avahiya AKPa Rihayê dest pê kir. Lê belê li dijî malbatê êriş çêbûn û hatin binçavkirin. Lewma li pêşiya Edliyeya Rihayê domandin. Malbata Şenyaşar, ev du sal in tevî sermayê, germiyê, berf û baranan jî nobeta xwe digire. Armanca nobetê ew e ku berpirsyarên komkujiyê bên darizandin. Êdî ev têkoşîna malbatê veguheriye têkoşîna gel. Di tevahiya nobetê de rastî tacîz û tundiya darazê hatin. Di 9’ê adarê de Nobeta Edaletê salekê li pey xwe dihêle. Di van 2 salan de Emîne Şenyaşar rastî gelek derhiqûqiyan hat. Mafên wê yên civîn, xwepêşandan û xweîfadekirinê hatin xespkirin, derheqê wê de gelek lêpirsîn û teqîbat hatin destpêkirin. Bi hinceta ‘heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz û Suleyman Soylu kiriye’ gelek doz lê hatin vekirin. Gelek caran îfadeyên wê hatin girtin û bangî dadgehê kirin. Xwestin rê li ber têkoşîna wê bigirin. Lê ev tundiya darazê negihişt armanca xwe. Malbata Şenyaşar, bû sembola edaleta Tirkiyeyê.”
“Têkoşîna me tevan a edaletê ye”
Demîrelê herî dawî ev bang kiriye: “Têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar, têkoşîna me tevan a edaletê ye. Dema edalet ji bo malbatê hat, dê ji bo her kesî were. Ev têkoşîn li dijî hemû derhiqûqiyên li Tirkiyeyê tê kirin. Malbat, ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re çû herêmên erdhejê. Nobeta Edaletê niha jî didome. Dema em li van bêhiqûqiyan û karesata erdhejê dinêrin, dibînin bê ka edalet di çi halî de ye. Me dît ku ya di bin kavilan de mayî, edalet e. Ji bo ku ji bêhiqûqiyan re bibêjin ‘êdî bes e’, ji bo têkoşîna li dijî van bêhiqûqiyan, banga min li her kesî ew e ku di 9ê Adarê de xwedî li Nobeta Edaletê derkevin û tev li têkoşînê bibin.”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)