Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî ya li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 837an de dewam kiriye.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyên xwe, nobet li navçeya Pirsûsê li mala xwe domandiye.
Malbatê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kiriye. Di peyamê de wiha bang li Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç hatiye kirin:
“5 sal derbas bûn. Tevî ku parêzbendiya kesê komkujiya li nexweşxaneyê organîz kirî û nehiştî hêzên ewlekariyê karê xwe bikin rabûye jî çima hêj girtî nîne! Fadil Şenyaşar ku bav û du birayên wî hatin qetilkirin, li ser fermana serdestan ev 5 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin! Ma ev edalet e?”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)