Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên ku digel cezayê wan temam bûne, lê wan serbest nakin li Îzmîrê, di roja 98ê de dewam kiriye.
Malbat, îro li pêşiya Edliyeya Bayrakliyê kom bûne û pêşmalkên "Deng bide zindanan", "Azadî ji girtiyên nexweş re" li xwe kirine. Çalakgeran gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, edalet" berz kirine. Rêveberên Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Alîaga û Menemenê jî piştgirî dane çalakiyê.
Yek ji xizmên girtiyan Hanim Sever di dema çalakiyê de axiviye û gotiye: "Mebesta me ya ji vê çalakiyê, edalet e. Di serî de girtiyên nexweş, em edaletê ji bo her kesî dixwazin. Bila zextên li girtîgehan bi dawî bibin û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin, bên berdan. Daxwaza me edalet û aştî ye. Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin û zext bi dawî bibin. Em dayik êdî nema dikarin vê rewşê ragirin. Kêr gihişt hestî. Êdî bes e."
Hevseroka HDPya Alîagayê Gul Ekîncî jî axiviye û daxwaz kiriye ku girtiyên nexweş di demeke zû de werin dermankirin.
Hevserokê HDPya Menemenê Ekrem Karakûşî jî bi lêv kiriye ku daxwazên malbatên girtiyan mafdar û rewa ne.
Piştî axaftinan malbatan çalakiya rûniştinê li dar xistiye û çalakî bi dirûşman xelas bûye. (FD)
Fotograf - Çavkanî: MA