Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Nivîskar Mûrat Uyurkulak ku ji bo hevgiriya bi Ozgur Gundemê re beşdarê kampanyaya Nobedariya Weşanê bûbû, îro li Dadgeha Çaglayanê îfade da.
Nivîskar Mûrat Uyurkulak di 17ê Hezîrana 2016an de di çarçoveya kampanyaya hevgiriyê de bûbû Berpirsê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê û ji ber nûçe û nivîsên ku wî rojê di rojnameyê de hatiye weşandin, tê darizandin. Uyurkulak di îfadeya xwe de wiha got:
“Ez, heta vê temenê emrê xwe her tim ji bo azadiya raman û aştiyê têkoşîn kir. 3 roman û çîrokeke min hene û min gelek gotar û nivîsên min jî hatin weşandin. Di naveroka ti nivîs an pirtûkeke min de tundî nîn e. Eleqeya min bi ti rêxistineke terorî re nîn e. Ez li dijî zextên li ser hemû saziyên medyayê re tên kirin re derdikevim. Ez bûme Berpirsê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê. Lê ev yek di çarçoveya azadbûna ramanê de kareke ji bo hevgiriyê bû.”
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
(EA/YO)