Ji bo nûçeya Tirkî
Nivîskar Elie Wieselî ku xwediyê Xelatê Nobelê bû û şahidê Qirkrina Cihuyan bû wefat kir.
Wieselî ji sala 1960î vir ve bûbû welatiyê Amerikayê û li wir jî wefat kir û agahiya mirina wî ji hêla Navenda Bîranînê ya Yad Vashem Holocaustê ve roja şemiyê hat daxuyandin.
Wieselî bi bîranên xwe yê li kampên naziyê hatibû naskirin.
Li gorî nûçeya BBCyê Serokê Amerîkayê Barack Obama bo wî gotiye ku 'Rêzdar Wieselî yek ji wan qedirbilindê îro ye.'
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu jî di peyama xwe ya bo wî de got: ' Elie Wieselî miroveke ronakbir bû û ji bo mirovahiyê xizmetê dikir.'
Elie Wiesel kî ye?
Di sala 1928an de li Romanyayê ji dayîk bû. Di 15 saliya xwe de ligel malbata xwe ew jî di kampên naziyan de ma.
Di wê kampê de dê û xwişka wî di odeyên gazê de hatin qetilkirin, bavê wî jî ji birçîbûnê canê xwe ji dest da.
Piştî şer ew jî di wargeha zarokan de mezin bû.
Di 1945an de wî li Zanîngeha Sorbonê beşa edebiyat û felsefeyê xwend. Piştre çû Amerîkayê û bû welatiyê wir.
Wieselî rojnameger bû û zêdetirê 60 pirtûkan nivisiye. Pirtûka wî ya herî zêde tê naskirin 'Şev' (Night) e. (EA/YO)