Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Behrouz Boochani piştî şeş salan azad bûye. Hikûmeta Awistiralyayê ji sala 2013ê heta niho li girava Manusê desteserkirî bû.
Nivîskarî bi rêya sepana peywendîyan ya bi navê WhatsAppê romanek nivîsîbû. Behrouz Boochaniyî li medyaya civakî îlan kiriye ku ew piştî şeş salan azad bûye.
“Ez gava dî giham Zelandaya Nû. Ez gelek kelecanî me ku piştî zêdetirî şeş salan gihame azadîya xwe. Ez ji bo Festîvala Cîhanê ya li Christchurchê hatibûm vexwendin. Ez ê beşdarî wê bibim. Mala her kesên ku bi saya wan ev yek pêk hatiye ava be.”
Sala 2013ê li Îranê polîsan bi ser ofîsa kovara Werya de girtiye. Avakarê wê kovarê Behrouz Boochani ji bo neyê girtin bi mecbûrî ji Îranê reviyaye.
Ji hingê ve li Girava Manuyê hatibû girtin. Behrouz Boochani sala 2017ê bi şandina peyaman romana xwe li Arash Kamali Sarvestani daye nivîsîn.
Wî sala 2018ê li Îtalyayê xelata rojnamegerîyê standibû.
(PT/MB)