Fotograf: flickr
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
George R.R. Martin, nivîskarê Game of Thronesê li ser hesabê xwe yê Twittere mesajek nivîsandiye û gotiye ku Sîbel Kekiliyê ew ji pêşketinên li Tirkiyeyê agahdar kiriye. Martinî wiha gotiye:
“Sîbel Kelîlî, hevala min a xoşevîst -ji bo heyranên Game of Thronesê Shae- demeke beriya niha, e-postayek ji min re şand ku ji bo min ji nûçeyên xemgîn ên li Tirkiyeyê pêk tên, agahdar bike. (Sîbel alman e, li Almanyayê ji dayik bûye û mezin bûye, lê bi eslê xwe tirk e). Tirkiyeya ku di bin serweriya rejîma Erdoganî de ye bi awayekî fermî ji Peymana Stenbolê, ya li dijî tundkariya li ser jinan têdikoşiya, vekişiyaye.”
My dear friend Sibel Kekilli emailed me recently to alert me to some distressing news out of Turkey...https://t.co/wuSFuYBdv9
— George RR Martin (@GRRMspeaking) March 30, 2021
Martînî her weha ji bo kesên haya wan ji mijarê û nîqaşan nîne lînka nûçeya CNNyê jî li ser hesabê xwe weşandiye û ji bo jinên tirkiyeyî bi tirkî gotiye “silav û hezkirin.” Nivîskar Martînî ji jinan xwestiye xurt bin û bi hêz bin. (TY/EKN/FD)