Cemiyeta Dîlgirtiyên Fîlîstînî û Lijneya Dîlgirtî û Yên Serbest Bûne ya serbi FKOyê aşkere ku nivîskar Welîd Dakkayê ku nexweşê pençeşêrê bû û ji sala 1986an ve di girtîgehên Îsraîlê de girtî bû li Nexweşxaneya Assaf Harofeh a nêzî Tel Avîvê koça dawî kir.
Du pirtûkên Dakkayê ku di 62 saliya xwe de mir ji bo tirkî hatine wergerandin.
Tevgera Fetih a li Filistînê, Lijneya Karên Dîlgirtiyên Filistînê ya girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê (FKO), Tevgera Înîsiyatîfa Neteweyî û Cemiyeta Dîlgirtiyên Filistînê der barê mijarê da daxuyanî dan.
Di daxuyaniya Tevgera Fetih de hat destnîşankirin ku Welîd Dakka di encama xemsariya bi zanebûn a tenduristiyê ya rêveberiya girtîgehê de mir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hejmara girtiyên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de ne ji 9 hezar û 400 derbas bûye. Ji wan 80 jin, zêdeyî 200 zarok û 3 hezar û 660 girtiyên îdarî ne. Her weha hat destnîşankirin ku di van daneyan de Filistîniyên ji Xezeyê hatine girtin tune ne.
Li gor WAFAyê ajansa fermî ya Filistînê, hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Çiriya Pêşiyê 2023an vir ve dema ku êrîşên li ser Xezeyê dest pê kirin di girtîgehên Îsraîlê da hejmara miriyan derket 14an û hejmara kesên ku ji sala 1967an vir ve mirin derket 251an.
(AS/AY)