Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Beriya daneşîna yekê ya doza Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşî gelek nivîskar, siyasetmedar û hizirmendên cîhanî metna piştgiriyê belav kirin.
Selahattîn Demîrtaş Hevserokê Giştî yê HDPyê di 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016yê de hatibû girtin û piştî girtina wî 399 rojan cara pêşiyê wê 7ê Kanûna Pêşiyê ya2017yê (sibê) li Enqereyê derkeve pêşberî dadgehê.
Nivîskar û hizirmendên weke Noam Chomsky, Slavoj Žižek, Nancy Fraser, Elfriede Jelinek û siyasetmedarên weke Pablo Iglesias, Garry Adams, Katja Kipping, Yannis Varoufakisî beriya daneşînê metneke piştevaniyê îmze kir.
“Erîşa li ser pirdengiya demokratîk e”
Di metnê de hatiye gotin ku “fişara sîstematîk a ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rastî wê de, Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî tê de girtina 13 parlamenterên HDPyê (çar ji wan paşê serbest hatine berdan) ne tiştekî wisa ye ku em qebûl bikin û ev êrîşa li ser pirdengiya demokratîk a Tirkiyeyê ye.
Di metnê de hatiye diyarkirin ku “Bêyî hebûna muxalefetê demokrasî nabe” û wiha hatiye destnîşankirin: “Em bi wan kesan re ne ku têkoşînê ji bo demokrasî û edaletê dikin. Em dixwazin ku Hevserokên Giştî yê HDPyê û parlamenterên din ji girtîgehên Tirkiyeyê demildest serbest bên berdan.”
Kesên ku îmze avêtine binê metnê wiha ne:Noam Chomsky, Antonio Negri, Michael Hardt, Chantal Mouffe, Slavoj Žižek, Colin Crouch, Elfriede Jelinek, Axel Honneth, Hito Steyerl, Joseph Vogl, Nancy Fraser, Rebecca Harms, Wolfgang Tillmans, Yanis Varoufakis, Gabriele Zimmer, Takis Hadjigeorgiou, Jean-Paul Denanot, Costas Mavrides, Marek Plura, Tiny Kox, Marietta Tidei, Sergei Stanishev, Monica Frassoni, Konstatin Woinoff, Pablo Iglesias Turrión, Pierre Laurent , Garry Adams, Jonas Sjöstedt, Pernille Skipper, Katja Kipping, Bernd Riexinger, Eric Coquerel, Danielle Simonnet, Jean-Luc Mélenchon, Evelyne Huytebroeck, Lena Rådström Baastad. |
Walîtiya Enqereyê çalakiyên piştgiriyê qedexe kirin
Li hêla dinê, Walîtiya Enqereyê aşkere kir ku wan çalakiyên wê bi armanca piştgiriya dozên Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û Idrîs Balûken de bên lidarxistin qedexe kiriye. (PT/FD)