Nivîskara Ûkraynî Evgenia Lopata wê bibe mêvana Amedê û wê li Wêjegeh Amedê beşdarî bernameyekê bibe.
Bernameya navborî ya bi navê "Wexta Şer" wê 10ê Tîrmehê saet di 19.00ê de li Wejegeh Amedê pêk bê.
Evgenia Lopata di bernameyê de, wê behsa tiştên ku di dinyaya wêjeya ukraynayî de diqewimin û awayên wan ên têkoşînê bike û wê derbarê xebatên pirçandî û pirzimanî yên Navenda Wêjeyê ya Paul Celanî de agahîyan bide.
Lal Laleş wê bernameyê birêve bibe ku ev bername di çarçoveya projeya Literature Houses Beyond Bordersê de wê pêk bê.
Ji bo heman projeyê, antolojîya bi temaya “gihîştinê” bi kurdî ji bo weşanê tê amadekirin. (FD)