Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Polîsan duh êvarê bi ser mala Endama Lijneya Şewirmendiya Weşanê ya Ozgur Gundemê û nivîskara rojnameyê Asli Erdogan de girtin.
Hat ragihandin ku Asli Erdogan hatiye binçavkirin. Heta vê saetê (12:30) nehat zanîn ku Asli Erdogan birine kîjan qereqolê.
Asli Erdogan kî ye?
Ji Lîseya Amerikan Robertê û Zanîngeha Bogaziçiyê destûr girt. Mastera xwe li CERNê (Conseeil Europeen pour la Recherche Nucleaire) kir. Li Rio de Janerioyê dest bi doktorayê kir lê perwerdehiya xwe berda û dest bi nivîskariyê kir. Di sala 1994an de pirtûka wê ya yekem derket.
Deutsche Welleyê di sala 1994an de pêşbaziya çîrokan lidar xist û di wê pêşwaziyê de çîroka Erdogan ya Teyrên Texte (Tahta Kuşlar) di encama nirxandinê de weke çîroka yekemîn hat bijartin û bi 9 zimanî jî hat çapkirin.
Romana wê ya bi navê ‘Kirmizi Pelerinli Kent’ (Bajarê bi Pelerina Sor) li Noreveçê weke pirtûkên sereke hat bijartin.
Çiroka wê ya bi navê Girtî (Mahpus) li Fransayê kirine fîlm.
Herwiha di sala 2010an de hêjayî Xelatê Yunus Nadiyê (Mucizevi Mandarin), di sala 2011an de jî hêjayî Xelatê Sait Faik Abasiyanik (Taş Bina) hat dîtin.
Asli Erdogan beriya niha nivîskara rojnameya Radikalê bû niha jî nivîskara Ozgur Gundemê ye.
(EA/YO)