Nivîskar û helbestvana Kurd Suzan Samanci endama PENê ye ku 18 sal in li Swîsreyê dijiya dema vegeriya Tirkiyeyê û li Balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin.
Mafparêz û parêzera mafên mirovan Eren Keskînê duh (23ê Îlonê) ragihandibû ku Samanci hatiye desteserkirin.
Keskînê di parvekirineke li ser medyaya civakî de diyar kir ku Samanci 18 sal in li Swîsreyê dijî lê roja ku vegeriya Tirkiyeyê li Balafirgeha Stenbolê bi tohmeta ku "propagandaya rêxistinê kiriye" hatiye desteserkirin.

Pênûsa Suzan Samanciyê dengê bêdengan e
Piştî îfadeyan, Samanci bi rêya SEGBÎSê bi Dadgeha Cezê û Aştiyê ya Amedê ve hat girêdan.
Eren Keskînê ragihand ku Samanci bi şertê kontrola edlî serbest bûye û cezayê qedexeya derketina derve ya ku rê li ber derketina wê ji Tirkiyeyê digire, lê hatiye birîn.
Keskîn her wiha destnîşan kir ku Samanci endama PENê ye.

Romaneke Postmodern: “Payîz an Ziyab” a Suzan Samanciyê
Derbarê Suzan Samanciyê de
Suzan Samancı 20ê Îlona 1962an li Amedê ji dayik bû, di tevahiya serboriya xwe yawêjeyî de di warên çîrokên kurt, helbest û romanê de berhem nivîsandine.
Di rojnameyên wekî Demokrasî, Gundem, Ozgur Polîtîka û Tarafê de nivîsiye ûberhemên wê ji bo gelek zimanan hatine wergerandin.
Ji bilî berhevokên çîrokên xwe yên kurt “Bajarê mirinê”, “Ew jin û mêrê bi maskê”,“Çîrokên Jinên Dilşikestî” û “Siya Bêdengiyê” Samanci romanên “Mîrzaye reben” û“Payîz An jî Ziyab” weşandiye.
