Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Yek ji navên girîng ên feminîzma pêla duyem nivîskar Kate Millet di 82 saliya xwe de çû ber dilovaniya xwe.
Milletê di sala 1970yî de pirtûka bi navê “Polîtîkaya Zayendî” nivîsandiye û bi wê pirtûkê bûbû pêşengeke tevgera azadiya jinê. Nivîskar roja çarşemê li Parîsê miriye.
Sophie Keir a ku demeke berê bi wê re zewicî bû got ku Millet ji ber dilê wê sekiniye miriye.
Derbarê Kate Milletê de
Katherine Murray Millet, di 14yê Îlona 1934ê de li DYAyê, li bajarê Saint Paulê yê eyaleta Minnesota jidayik bûye û di sala 1959ê de li Zanîngeha Minnesotayê dest bi Beşa Edebiyata Ingilîzî kiriye.
Piştî ku bi serkeftî ev der qedand li Zanîngeha Oxfordê mastera xwe kir û demeke kur mamostetiya Ingilîzî kir. Paşê jî ji bo stranbêjiyê bike çû New Yorkê.
Di sala 1961ê de bar kir Tokyoyê û dema li Zanîngeha Wasedayê mamostetiya Ingilîzî dikir, li hêlekê jî li beşa peykertiraşiyê perwerde dît. Di sala 1965ê de bi peykertiraşê Japonî Fumio Yoshimura re zewicî lê gelek fikrên kevneşopî yên derbarê zewacê de red kir û herî dawû aşkere kir ku ew hevzayend e.
Millet vegeriya New Yorkê û li Zanîngeha Barnardê dersên Ingilîzî û felsefeyê da. Heta 30 saliya xwe ne peykertiraşeke navdar bû lê piştî ku li Zanîngeha Columbiayê, teza xwe ya qedandinê ya doktorayê ya bi navê “Polîtîkaya Zayendî” weke pirtûk çap kir û di nava tevgera femînîst de bû keseke girîng.
Milletê sala 2014yê di dokumentera bi navê “She’s Beautiful When She’s Angry” (Dema ku Hêrs Dibe Xweşik dibe) de jî cî girtibû. (BG/ÇT/FD)