Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nîvîskara femînîst, rexnegir û akademisyen bell hooks di 69 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Xwarziya/biraziya wê, Ebony Motleyê li ser hesabê Twitterê diyar kir ku hooks li Bereayê, ya giredayî eyaleta Kentuckyê ya DYAyê ye çûye ser dilovaniya xwe.
Li gor nûçeya BBCyê, Motleyê da zanîn ku hooks demekê nexweş bû û wexta çûye ser dilovaniya xwe malbat û hevalên wê li derûdora wê bûne.
Piştî mirina hooksê, hevala wê Linda Strong-Leek jî got: “Yek jî hevalên min yeni herî xoşewîst bû. Îro dinya ji bo min cîhêkî biçûktir e bê wê.”
Derbarê bell hooksê de
Di 1952an de li Hopkinsville, Kentuckyê malbateke ji dayîk bûye. Malbata wê karker bû. Navê wê ya rast Gloria Jean Watkins bû lê dû re ji bo ku navê dapîr/bapîra xwe bi rûmet bike, nasnavê “bell hooks”ê li xwe kir. Bi armanca balkişandina li ser xebatên xwe, nasnavê xwe yê “bell hooks”ê bi tîpên piçûk bikar anî.
hooks dû re ket Zanîngeha Stanfordê û di 1972an de beşa Îngîlîzî xelas kir. Di 1976 an de, di beşa Wêjeya Îngîlîzî de lîsansa xwe ya bilind temam kir. Çend salan tenê nivîsî û dersdarî kir. Ji bo ku debara xwe bike li dikaneke telefonan difiroşe kar kir. Di sala 1983an de li Zanîngeha Santa Cruz ya Calîforniayê doktora xwe li ser wêjeyê kir. (TP/OP/FD)
*Ozan Polatî ev nûçe ji tirkî wergerandiye