Nivîskar û hunermendan di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li dijî wezîfedarkirina qeyûm de gotin, "Ya ku li Colemêrgê hat binpêkirin, mafê bijartin û bijirînê yê hemû welatiyan e.”
Di daxuyaniya ku 115 îmze li bine de hat xwestin ku li Şaredariya Colemêrgê polîtîkaya qeyûm bi dawî bibe.
Daxuyanî wiha ye:
“Tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Colemêrgê, bi gelê Colemêrgê re binpêkirina mafê bijartin û bijirînê yê hemû welatiyan e û binpêkirina destûra bingehîn e.”
Em wan daxuyaniyên ku têkildarî domandina polîtîkayên tayînkirina qeyûman e yên hema hema ji aliyê hemû beşên civakê ve weke neqanûnî tên dîtin û weke darbe li hêviya aştî û aramiya welat xistine, qebûl nakin.
Li gorî destûra bingehîn, divê rêz mafê dengdanê were girtin ku mafekî parêzbend e û ji bo hemû welatiyan wekhev e. Qeyûmê ku li Colemêrgê hatiye tayînkirin, divê demildest bi şûn ve were kişandin û divê hemû pêkanînên qeyûmî yên ku bi demokrasî û hiqûqê re nagunce bên bi dawî kirin. ”
Kesên ku îmzeya wan li bin daxuyaniyê ne ev in:
İmzacılar: Abidin Parıltı, Adnan Özyalçıner, Afşin Kum, Ahmet Erkam Saraç, Ahmet Güneş, Ahmet Telli, Ahmet Ümit, Akif Kurtuluş, Algan Sezgintüredi, Alper Canıgüz, Altay Öktem, Asuman Susam, Ayfer Tunç, Ayşe Sarısayın, Ayşegül Devecioğlu, Ayşen Şahin, Başak Canda, Başar Başarır, Başar Yılmaz, Bekir Yurdakul, Belma Fırat, Berivan Kaya, Bilsen Başaran, Bülent Tekin, C. Hakkı Zariç, Cenk Güray, Cenk Kolçak, Çerkes Karadağ, Defne Suman, Deniz Durukan, Deniz Yüce Başarır, Duygu Kankaytsın, Elif Sofya, Enes Kurdaş, Ercüment Akdeniz, Erdoğan Aydın, Ertan Meyan, Fatih Gezer, Fatih Polat, Fergun Özelli, Figen Şakacı, Gaye Boralıoğlu, Gonca Özmen, Gönül Kıvılcım, Gürel Sürücü, Haden Öz, Halide Yıldırım, Halil İbrahim Özcan, Hasan Öztoprak, Hatice Meryem, Haydar Ergülen, Hayri K. Yetik, Hicri İzgören, Hülya Deniz Ünal, İnanç Avadit, İsmail Güzelsoy, Jaklin Çelik, Kadir Akın, Kamil Tekin Sürek, Kerem Fırtına, Latife Tekin, Levent Karataş, Mehmet Bilal Dede, Mehmet Said Aydın, Menekşe Toprak, Mine Soysal, Murat Gülsoy, Murat Özyaşar, Murat Uyurkulak, Murat Yalçın, Murathan Mungan, Mustafa Eroğlu, Mustafa Güçlü, Mustafa Köz, Mustafa Yelkenli, Muzaffer Kale, Müge İplikçi, Namık Kuyumcu, Nayim Gül, Nesimi Aday, Neslihan Önderoğlu, Neslihan Yalman, Neşe Yaşın, Nevzat Süs, Nuray Önoğlu, Nurhan Suerdem, Nursen Yiğit, Onur Bütün, Orhan Alkaya, Orhan Pamuk, Oya Baydar, Ömer Türkeş, Özgün Bulut, Özlem Akıncı, Özlem İşbilir, Polat Özlüoğlu, Rıdvan Hatun, Rıfat Mertoğlu, Sema Kaygusuz, Semih Çelenk, Semih Gümüş, Sevim Erdoğan, Süreyyya Evren, Şebnem İşigüzel, Şevket Karakış, Taçlı Yazıcıoğlu, Tarhan Gürhan, Tülin Dursun, Ümit Kıvanç, Vecdi Erbay, Yaprak Zihnioğlu, Yasemin Özek, Yavuz Ekinci, Yücel Aysal, Zeynep Oral.
Çi bûbû?
Wezareta Karên Navxweyî di 3ê Hezîranê de bi daxuyanîyeke nivîskî ragihandibû ku wan ji bo Şaredariya Colemêrgê qeyûm wezîfedar kiriye.
Bi şev polîsan Şaredarîya Colemêrgê dorpêç kiribû, serê sibehê jî bi ser şaredarîyê de girtibû û her weha Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê desteserkirin.
Bi biryara Wezareta Navxweyî li şûna Akiş, waliyê Colemêrgê Alî Çelîk weke qeyûm hat erkdarkirin.
(AS/AY)