Kolaj: MA
Nivîskar Rêzan Tovjînî bi armanca danasîna pirtûka hevalê xwe Sîdar Jîrî xwestiye reklamê bide Google-ê. Lê Google-ê bi sedema ku zimanê wê bi kurdî ye û nayê destekkirin qebûl nekiriye.
Tovjînî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev rewş weşandiye ku Google-ê, bersiva "Nehat erêkirin" daye wî. Google-ê dema Tovjînî xwestiye reklama xwe bide, lê nivîsa: "Ji ber ziman nayê destekkirin û polîtîkaya reklamê binpê dike nayê weşandin."
Rezan Tovjînî ji Ajansa Mezopotamyayê re gotiye çima zimanê reklamê bi kurdî ye reklam red kirine û wiha axiviye: "Helbet ev polîtîkaya Google Tirkiyeyê ye, divê em xwe bigihînin Google-ê û bikin ku kurdî li Google ADS were zêdekirin."
Tovjînî, aniye ziman ku Google ADS servîseke reklamê ya Google-ê ye û wiha dewam kiriye: "Mirov wekî kes jî, wekî sazî jî reklaman didin vê servîsê, bi armanca ku hinek dema di Google-ê de li tiştekî digerin reklama wan bibînin. Ev servîsa herî mezin a ku Google jê qezencê dike ye. Google rojane bi milyonan dolar qezencê ji vê servîsa xwe dike.
“Mirov ji 25 qurişan heta bi 1 an jî 2 dolaran teklîfe didin ku kesek di Googleê de dema li filan gotinan geriyan bila reklama wan derkeve pêşberî bikarhêneran."
"Facebookê jî qebûl nekiribû"
Tovjînî bibîr xistiye ku di sala 2007an de dîsa xwestibû reklama pirtûkeke Helîm Yûsivî di Facebookê de biweşîni û bi heman sedemê hatibû redkirin:
"Wê demê min fam kiribû ku Facebook Tirkiye ango xebatkarên wê yên tirk û berpirsê ji naveroka tirkî wisa tevdigerin û min serî li Facebookê dabû, ku zimanê Kurdî li Facebookê were zedekirin. Wan jî qebûl kiribû û bi alîkariya gelek mirovên dilxwaz, min wergera wê organîze kiribû. Lewma ez dizanim ku ev helwesta Google ADSê jî helwestek herêmî ye, ango ya servîsa wê ya li Tirkiyeyê ye. Ji ber vê ez e serdanekê li navenda wê bikim ku zimanê kurdî li Google ADS-ê were zêdekirin da ku kurd jî bikaribin bi zimanê xwe reklaman bidin." (FD)