Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Yek ji wan kesên li Amedê ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî yên derbarê operasyona Efrînê de hatine desteserkirin nivîskara malpera T24ê Nûrcan Baysal bû ku bi giştî 30 kes hatine desteserkirin.
BIXWÎNE - Li Amedê 30 kes ji ber parvekirinên medyaya civakî hatin desteserkirin
Parêzer Reyhan Baydemîr ji T24ê re axiviye û gotiye ku. “Miwekîla min vê sibê saet 00.10 deqiqeyan de di encama şikenandina deriyê mala wê de hatiye desteserkirin. Li şûbeya têkoşîna bi terorê re tê girtin. Vê sibehê ez pê re axivîm, parvekirinên derbarê Efrînê de kirine hincet.”
Li Stenbol û Amedê hin kes hatin desteserkirin
Serdozgeriya Komarî ya Amedê aşkere kir ku 30 kesên bi tohmeta di medyaya civakî de “propagandeya terorê” kirine hatine desteserkirin.
Wezareta Navxweyî jî vê sibehê diyar kir ku 17 jê li Amedê li tevahiya Tirkiyeyê 24 kes hatine desteserkirin.
Li Stenbolê bi giştî ji bo 75 kesan lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê Ayhan Bîlgen Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Nadîr Yildirim Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPyê de ji ber daxuyaniyên derbarê operasyona Efrînê de lêpirsîn daye destpêkirin.
Derbarê Nûrcan Baysalî de
Sala 1975ê li Amedê ji dayik bûye. Fakulteya Zanyariyên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê qedandiye. Li Zanîngeha Bîlkentê mastera xwe qedandiye.
Di navbera salên 1997ê û 2007yê de di çarçoveya Programa Geşepêdanê ya Neteweyên Yekgirtî de li Amedê û derdora wê di projeyên li ser xizanî û geşepêdanê de kar kiriye.
Di navbera salên 2008 û 2013yê de weke dîrektora programa geşepêdana çolteran a Weqfa Husnu Ozyegînî xebitiye.
Yek ji avakarên Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê (DİSA) ye. Her wiha endama Platforma Têkoşînê ya ji bo Jinên bi Darê Zorê Tên Girtin e. Şêwirmendiyê ji bo Fona Kurewî ya Ji bo Jinan û Fona Piştgiriya Bilezê dike.
Di rojname û kovarên cuda cuda de derbarê pirsgirêka Kurdan de û li ser mijarên xizanî û geşepêdanê nivîsan dinivîse. Pirtûka wê ya O Gün (2014) û Kürdistan’da Sivil Toplum (Tevlî Şeyhmûs Dîkenî 2015) ji hêla Weşanên Îletîşîmî hatiye weşandin.
Polîsan bi ser mala nivîskar Tûncî de girtin
Polîsan bi ser mala nivîskar û endamê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê (TYS) Azîz Tûncî de girt ku du sal in li derveyî welêt dijî. Rojnameya Evrenselê nivîsand ku biryara desteserkirinê derbarê Tûncî de heye.
Polîsan saet derdora 00.00ê bi ser mala Tûncî de girtiye û qasî 40 deqîqeyan li malê geriyane. Polîsan dest danîne ser hin notan û wê pirtûkê ku ji hêla Partiya Kedê ve ji bo kesên di encama Qetlîama Enqereyê ya 10ê Çiriya Pêşiyê de mirine bi navê “Ölümsüzler” hatiye çapkirin. (AS/FD)