Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Abdulmenaf Osmanê ji Hesekeya Rojavayê piştî 30 sal û 6 mehan di girtîgehê de ma, di 3yê Îlonê de tehliye bû. Osman herî dawî li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Akhîsara Manîsayê dihate girtin.
Menaf Osman di 28 saliya xwe de hatibû girtin û 58 salî ji girtîgehê derket. Ji ber ku ew ji bajarê Hesekê ye, piştî ji girtîgehê derket, ji bo wî bişînin Navenda Dersînorkirinê ya Manîsayê, birin Qereqola Cendermeyan a Akhîsarê.
Parêzerê Osmanî, Halîl Coşkûn ji bianetê re got ku, ew duh saet di 6ê êvarê de rû bi rû bi miwikelê xwe Osmanî re axiviye û “Menaf digel roja yekşemê tehliye bûye, ew li Qerepola Cendermeyan a Akhîsarê bi rengekî fîîlî desteser kirine. Di saetên êvarê de ew birin nexweşxaneyê. Em bi fermandaran re axivîn, wan got, ew ê Menafî bibin Navenda Dersînorkirinê ya Îzmîrê.”
Parêzer Coşkûnî diyar kir ku Osmanî vê sere sibê telefonî wî kir û got, “Miwekilê min ê du roj in li Qereqola Cendermeyan a Akhîsarê dihat girtin, di saetên şeve de revandin Edîrneyê. Li gorî fikra me, ew birine Navenda Dersînorkirina wê derê. Derew li me kirin.”
“Karê dikin ne hiqûqî ye”
Parêzer Coşkûnî diyar kir ku ew ji ber vê rewşa miwekîlê xwe bi fikar e: “Li gorî Qanûna Biyaniyan û Parastina Navnetewî, miwekilê min divê neye dersînorkirin. Ev kare dikin ne hiqûqî ye. Ji bo Menfa bikaribe biçe welatê sêyem û pasaporta xwe derxe, divê mehekê bidin wî ku qanûn vê dibêje.”
Di sala 1965‘an de li Hasekê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayi û navîn û lîseyê li wir xwendiye. Pişt re li Zanîngeha Şamê Beşa Jeolojiyê xwendiye. Ji ber xebata xwe ya siyasî di sala 1993‘yan de hatiye girtin û cezayê mûebedê girtiye.
Derbarê Menaf Osmanî de
Di sala 1965an de li Hasekê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayi û navîn û lîseyê li wir xwendiye. Pişt re li Zanîngeha Şamê Beşa Jeolojiyê xwendiye. Ji ber xebata xwe ya siyasî di sala 1993yan de hatiye girtin û cezayê mûebedê li birîne.
Pirtûkên wî: Girê Şêran, Şînok, Namûsname, Piling, Şoreşname 1, Silava Bajariyan, Sînor, Lênûska Leyla, Sêbareya Zindanê - 1: Cuhû, Sol.
(NT/FD)