Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
John le Carre, nivîskarê romanên sîxuriyê di 89 saliya xwe de miriye. Gelek berhemên nivîskarê navdar ji bo tirkî jî hatine wergerandin. John le Carre xelkê Îngilistanê ye.
Jonny Geller, nûnerê le Carreyî diyar kiriye ku John le Carre di şeva Şemiya 12ê Kanûna Pêşiyê ji ber zatûreyê miriye û weha gotiye, “Ew, bênîqaş mezinê wêjeya îngilîzan bû. Demxe li qonaxa şerê sar xistiye û li salên piştî qonaxê jî bêtirs rastî ji xwedî hêzan re gotiye.”
Geller weha pêde çûye, “Mirina wî wê tevahî pirtûkhez hîs bike. Mirovê mîzahê û nazikîyê bû.”
John le Carre di sala 1931an de ji dayîk bûye. Di sala 1940î de li Îsvîçreyê zimanî almanî fêr bûye û ji bo ajansên sîxuriyê dest bi kar kiriye. 3 pirtûkên xwe yên destpêkê di dema ji MI5 û MI6ê re dixebite, nivîsandiye.
Gelek pirtûkên le Carreyî ji bo tirkî hatiye wergerandin.(TP/AY)