Nivîskar Elîf Gemîcîoglu: Wêjeya devkî ji bo jinan xezîne ye
Nivîskar Elîf Gemîcîoglu Yavîç ji sala 2004an ve di nav kar û xebatên zimanê kurdî de cih digre. Ji wê demê heta îrorojê; çîrokên zarokan û xebatên li ser gramera kurdî kirine.
Berhema wê ya çîrokê ‘Tov Di Bin Axê de Namîne’ û berhema duyam a li ser gramera kurmancî ya bi navê ‘Pirsên Rêzîmana Kurmancî’ wek berhema yekem ya kurmancî ku ji aliyê jinekê ve hatiye nivîsîn ve tê zanîn.
Têkildarî herdû berhem û kar û xebatên wê yên di qada zimanê kurdî de bi bianetê re axivî.
Nivîskar Elîf Gemîcîoglu Yavîç di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya xebatên ji bo rêzîmana kurdî û wiha got: “Wek gelek qadên heyî jin di kar û xebatên wêje û rezîmanê de jî hema bêje nînin. Em dizanin ku jinan herî zêde xwe bi wêjeya devkî dikarîbûn bînin ziman û bi hêsanî dikarin îro berê xwe bidin wêje û rêzîmanê. Ev ji bo wan xezîne ye.”

(WT/AY)
Axtamar û kulîlkên biharê
Koma Şîn û Şahiyê ya Stand-upê: Ji bo henekan çîrokên me kurdan gelek zêde ne
Pirtûkxaneya Beydebayê dibe nefesek ji pirtûkhezan re
Ekolojîst Erdogan Odûk: Ger bi vî awayî berdewam bike 20 sal şûn de wê Behra Wanê biçike
KurdîWarê ji bo piştgiriyê bang li nivîskarên Serhedê kir