Bextiyar Elî li ser hesaba xwe ya Instagramê da zanîn ku wî Xelata Hilde Dominê ya sala 2023yan wergirtîye.
Komîteya xelatdayînê dîyar kir ku Bextiyar Elî di cîhana krîz û şer de, mînaka mirovahiyê di wêjeya xwe de nîşan daye.
Elî berîya niha Xelatê Nîlî Zax û Xelatê Festîvala Edebîyata Gelewêjê jî wergirtîye.
Xelata Hilde Domin her sê salan carekê ji nivîskar û helbestvanên cîhanê re tê dayîn.
Derbarê Bextîyar Eliyî de
Bextîyar Elî sala 1961an li Silêmanîyê hatîye dinyayê. Elî sala 1983yan dest bi nivîsînê dike û romana wî ya ewil Mergî Taqaneyî Dûwem sala1997an li Swêdê çap dibe. Ew 1996an koçî Elmanyayê dike. Yek ji kitêbên wî yên herî giring Hinara Dawî ya Dinyayê tê dîtin ku heta niha bo 8 zimanan hatîye wergêran. Romanên wî zêdetir di çarçoveya realîzma efsûnî da hatine nivîsin. Bextîyar Elî bi zaraveyê kurdî Soranî berhemên xwe dinivîse. Heta niha çendîn berhem û gotarên wî hene.