Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nivîskar, çalakvana sivîl û doktor Ayşegul Tozeren piştî jêpirsîna dozgeriyê bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
Polîsan şeva 20ê Tebaxê bi ser mala Tozerenê de girtibû û ew desteser kiribû. Tozeren îro ji bo îfadeyê birine Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê û derxistine pêşberî dozgerî.
Bixwîne - Nivîskar Ayşegul Tozeren hatiye desteserkirin
Dozgerî îfadeya Tozerenê û heşt kesên din ên desteserkirî negirtiye û ew li gorî îfadeyên wan ên li emniyetê şandiye ber destê dadgehê.
Dozgerî xwestiye ku Tozeren jî di nav de heft kes bi şertê kontrola edlî serbest bibin lê du kes bên girtin.
Tozeren bi şertê kontrola edlî serbest bûye û qedexeya derketina ji derveyî Tirkiyeyê danîne ser wê. (TP/FD)
Fotograf: Evrensel