Fotograf: Evrim Kepenek/bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Hopaya Artvînê derbarê mirina Metîn Lokûmcû, dersdêrê teqawitkirî piştî 9 salan doz vebûye. Doz sibê(Çarşema 21ê Nîsanê) li 2em Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Trabzonê wê pêk were.
“Em 9 sal in li bendê ne ku kujer bên dadkirin."
Pêş danişînê hopayiyan li Qada Hopayê daxuyanî dan û gotin, “Em ji bo Metîn Edaletê dixwazin”
Daxuyanî bi banga Platforma Edalet Ji Bo Metîn pêk hatiye û malbata Metîn Lokûmcû û Parêzera wî Merîç Eyûpoglû tevlî daxuyanîyê bûne.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin:
“Di 31ê Gulana 2011an de Hopayî bi gotinên em xwedî li av, welat û xwezaya xwe dirdikevin, li Qada Hopayê kom bûbûn. Polîsan mîtînga Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê wê demê kirin hincet û êrişî hopayîn kir. “Piştî bi bikaranîna gaza zêde û hêza zêde Metîn Lokûmcû li vê qadê can da.”
“Qaymaqamê wê demê ji rojnameyan re got, ferman min da di dema bûyeran de bombeyên meyên gazê qediyan. Tayyîp Erdogan di heman rojê de li mîtînga xwe ya Trabzonê de ji bo hopayiyên ku xwedî li xweza û qadên jiyanî derdiketin got rêbir û ew weke hedef nişanda.”
“Erdogan têkildarî mirina Metîn Lokûmcûyî jî got “Yek jî ji wan di dema bûyeran de dile wî sekiniye û miriye. Ez nexwazim zêde li ser bûyerê bisekinim.”
“Em 9 sal in li bendê ne ku kujer bên dadkirin.Bila tu kes ji bîr neke ku dile hopayiyan hê ji bo Metîn Lokûmcû lê dide. Hûn nikarin vê dozê ji wîjdan û edaleta hopayiyan dûr bixin!”
“Sibê di serî de hopayî em ê bi kesên ku ji bo jiyan û xwezayê têdikoşîn re di saet 09.30an de li pêş edliyeya Trabzonê bi slogana xwe ya edalet ji bo Metîn Lokûmcû dengên xwe berz bikin.”
Parêzerên dozê piştî daxuyaniyê axivîn û banga tevlîbûnê ji bo dozê kirin.
(EMK/AY)