Fotograf: MA
Ji bo kesên di dema êrîşa DAIŞê ya li ser Şengalê de can dane, duh li Şengalê merasîmeke bîranînê li ser gorên komî pêk hatiye.
Li gorî nûçeya MAyê, merasim li herêma Herdanê ya Şengalê pêk hatiye û kesên di sala 2014an de can dane, hatine bibîranîn.
Sazî û rêxistinên civaka êzidî beşdarî merasîmê bûne û li ser navê wan, Endama Tevgera Jinên Azad ên Êzidî TAJÊ) Kinê Xidir axiviye.
Xidirê hemû qurbaniyên fermanê bi bîr aniye û gotiye: “Ev bûn neh sal ku bi sedan xelkê me bi destê DAIŞê û hevkariya mala Barzanî hate qetilkirin. Dixwestin civaka êzidî biqelînin û ji Şengalê derkevin. Civaka me li ber xweda û nehêla ew xeyalên dijmin biçin serî. Îro ji me re rojek reş û zehmete. Em bang li hemû gelê xwe dikin vê rojê ji bîr nekin. Li şehîdên xwe xwedî derkevin. Hebûna me ya îro ya li ser vê xakê, bi saya keda şehîdan e. Her bosteke vê axê bi ked û xwîna şehîdan sor bûye. Em soz didin em ê dest ji doza wan şehîdan bernedin ku canê xwe li ser vê rêyê dan.”
“Komkujî li pêş çavên cîhanê pêk hate kirin”
Bi domdarî Xidirê aniyeziman ku komkujî li pêş çavên hemû cîhanê hate kirin û got: “Lê kesek li me xwedî derneket û parastina me nekir. Şermeke mezin e ku heya niha jî ev ferman wekî jenosîd nehatiya naskirin û tenê gotineke li ser kaxezê ma ye. Em bang li hemû mirovahiyê dikin ku li hemberî civaka êzidî bibin xwedî berpirsiyar.”
Çi bûbû?
DAIŞê di Hezîrana 2014an de êrîşî bajarê Mûsilê kiribû û ev der dagir kiribû. Paşê jî di 3yê Tebaxê de çûbû ser Şengalê û li vir qetlîameke gelekî mezin kiribû.
Li Şengalê kurdên êzidî dijîn. Di êrîşê de komelkujiya êzidiyan pêk hat. Zêdetirî 6 hezar jin û zarokên êzidî revandin.
Di 13ê Çiriya Pêşiyê ya 2015an de Şengal ji destê DAIŞê hate derxistin. Parlamentoya Herêma Kurdistanê 3yê Tebaxê weke “Roja Komkujiya Êzidiyan” ragihand.
(FD)