Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Niştecihên Gundê İkizköyü û jîngehparêzên li ber birîna daran a li Akbelenê radibin, îro serdana Parlamentoyê kirin.
Li Mîlasê, navçeya Mûglayê, ji bo xebatên kanayên komiran li Daristana Akbelenê dar tên birîn.
Ji ber vê rewşê, Partiya Gel a Komarî (CHP) daxwaz kiribû ku Civata Giştî ya Parlamentoyê pêk bê. Ev daxwaz hatibû pejirandin. Civîna navborî saet di 15.00ê de destpê kir.
Hesabê bi navê “Akbelen Yuvamız Vermeyeceğiz” (Akbelen mala me ye, em ê nedin” daxuyaniyek weşand û got, “Em gundî ji bo Akbelenê, ji bo xaka xwe, ji bo siberoja xwe li Parlamentoyê me. Em ji İkizköy, Karacahisar û Çamköyê hatin. Em ji parlamenteran re behsa derdên xwe dikin. Em xwedî li zeytûnên xwe, hungivê xwe, ava xwe, axa xwe derdikevin.”
Yek ji gundiyên Akbelenê Nejla Îzciyê got ku “ Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û li civîna Koma CHPyê axivî:
“Ji ber ku îro em li vir im, em gelekî bextewar in. Parlamento îro ji bo Akbelenê civiya. Çar sal in têkoşîn, qîrîn, ji bo zindîweran, ax û avê. Ji ber ku me xaka xwe parast, em bûn marjinal xayinên welatê xwe. Em ê ji bo welatê xwe bibin. Ji ber ku em veberhênan in. Em ne tenê dêyên zarokên xwe ne, her weha em dêyên xakê ne jî. Em dêyên her yek ji gîhayekî ne.” (AÖ/FD)