Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ali Yucel, Serokê Odeya Simîtçêkerên Stenbolê gotiye ku tevgera di nirxên dolar û euroyê de bandor li mesrefa çêkirina simîtan kiriye û “ew mecbûr mane bihayê simîtê zêde bikin.”
“Bihayên wan tiştên ku di çêkirina simîtan de bi kar tînin zêde bûye. Arvanê simîtan ê ku me bi 60 lîreyî dikirî, niha bi 100 lîreyî didin me. Bihayê kunciyan 9 lîre bû, niha bûye 18 lîre. Ez behsa sotemenî, gaza sirûştî û dims û tiştên weke wê nakim.”
Lîsteya bihayên nû, 17ê Îlonê ji bo simîtfiroşan hatiye şandin.
Odeya Esnafan: Xwestin ji sedî 50 zêde bikin, me kêm kir
Faîk Yilmaz, Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Zenaetkaran a Stenbolê (İSTESOB) gotiye ku Odeya Simîtçêkerên Stenbolê xwestine bihayê simît û yên weke wê zêdetir bikin. Lê wan ev daxwaz bi temamî qebûl nekiriye:
“Odeyê xwest ku bihayê van tiştan zêde bike. Me yek bi yek kontrola mesrefan kir. Di encama nirxandina me de me hinek ji van daxwazan qebûl kir. Odeyê dixwest ku bihayê van tiştan ji sedî 50 zêdetir bike. Me ev kêm kir. Simîta ku bi lîreyek û nîvê tê firotin wê êdî bi lîreyek û 70 qurişan were firotin." (HK/FD)
* Foto: Ömer Ürer - İstanbul / AA