Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Femke Halsema, yekem şaredara Amsterdamê, paytexta Hollandayê, ji roja ku dest bi wezîfeyê kiriye, hewl dide karkerên seksê yên li Red Lighd Districtê (Kolana Fenerên Sor) zerarê nebînin, planekek nû çêbike.
Hin mafparêzên ku dibêjin karkerên seksê weke “ajalên sîrkê tên pêşkêşkirin” jî piştgiriya hewldana şaredarê dikin. Şaredar dixwaze seksxaneyên pereyî bibe herêmeke din.
Lê karkerên seksê yên AFP bi wan re axivî ye ji bo ewlehiya xwe, li dijî vê hewldanê derdikevin.
“Kesên ku ji me re dibêjin bêparastinin, me nas nakin”
Filicia Anna (33), Seroka Red Light Unitedê, ji AFPyê re gotiye, “Ez ê tiştekî ji ji wan kesan re bibêjim ku me bêparastin dihesibînin; me nas nakin” Anna wiha axivî ye:
“Tiştên ku mirov li ser me dibêjin, dide xuyakirin ku me bi rastî jî nas nakin.”
Femke Halseme, Şaredara Amsterdamê ji wî tiştî dilgiran e ku gelek turîst li ber camên kolanê sivkayiyan li karkerên seksê dikin. Salê 18 milyon tûrîst serdana bajêr dikin.
Alternatîvên ji bo Red Lightê tên nîqaşkirin
Di nava vebijarkan de du xal derdikevin holê: Yek ji wan ew e ku perdeyan bikşînin ber caman, ya din jî karkerên seksê bişînin herêmeke din.
Niştecihekî/e herêma Wallenê ji AFPyê re gotiye, “Ji ajalên sîrkê xirabtir e helwesta li hemberî van jinan.”
Di nûçeya ajansê de hatiye nivîsandin ku “Annaya romanyayî” diyar kiriye û gotiye, “wan bi 170 karkerên seksê re anket çêkiriye û ji sedî 93yê wan naxwazin ji herêma red lightê biçin.”
Di meha îlonê de wê Konseya Bajêr bicive. Di vê civînê de niştecihên herêmê, xwediyên seksxaneyan, karkerên seksê û şaredar wê mijarê nîqaş bikin. (PT/FD)