Fotograf: AA / Arşîv
Navenda Lêkolînê ya Spectrum House-ê lêkolînek bi navê “Helwest û Têgîhana Nifşa Z ya Kurd a Derbarê Koçber û Penaberan” kiriye û encamên wê weke raporek weşandiye.
Navendê ji bo vê lêkolînê li Amed, Wan, Şirnex, Îzmîr û Stenbolê rû bi rû hevdîtin bi hezar 2 ciwanên kurd re kirine ku temenên wan di navbera 18 û 25an de ne û weke endamên Nifşê Zyê tên penasekirin.
Di dema rapirsînê de Navendê çendîn pirs li ciwanan kirine ku hinek ji wan ev in: “Gelo mirovên ku rewşa wan a sosyoekonomîk xerabin an/an jî ji herêmên pevçûnê ne, destûra bicihbûna van penaber û koçberan a li Tirkiyeyê bê dayîn an na?”. “Li gorî we mirovên ku rewşa wan a sosyoekonomîk xerabin an/an jî ji herêmên pevçûnê ne, wek penaber û koçber bicihbûna wan a li Tirkiyeyê, gelo bi gelemperî ji bo aboriya Tirkiyeyê xerab dibe an jî baş dibe?”. “Li gorî Peymana Cenevreyê ya 1951’an û Tirkiyeyê jî îmze kirî, divê penaberên ku xeteraya wan a jiyanî li welatê ku jê hatî hebe bi zorê li welatê wan nayên vegerandin. Li gorî we penaberên li Tirkiyeyê yên ku di vî rewşê de ne (Sûriyeyî, Afganî, Iraqî, Îranî, Somalîyî hwd.) ligel vê jî divê bi paş ve li welatên wan bêne vegerandin an na?”.
Di encama pirsan de helwest û têgihana Nifşa Zyê ya Kurdan a li beramberî pirsa penaberan derketiye holê.
Li dijî hebûna penaberan in
Beşeke zêde ciwan, li dijî hebûn û mayîna penaberan a li Tirkiyeyê derdiketine. Kesên ku ji Stenbol û Îzmîrê beşdarî rapirsînê bûne, li gorî kesên ji Amed, Wan û Şirnexê beşdar bûne, bersivên erênîtir dane.
Spectrum House-ê ev encam bi van gotinan nirxandiye:
“Dema em li grafîka li jor dinêrin em dibînin ku; endamên Nifşa Z a Kurd ên li Îzmîr (%22,5) û Stenbolê (%34,5) beşdar dibin li gorî beşdarên bajarên din li fikrê, ji bo li Tirkiyeyê destûra bicihbûnê ji bo penaber û koçberan bê dayîn hîn erênîtir dinihêrin. Kesên ku bi awayek neyînî li vê fikrê dinêrin bi rêjeya herî mezîn jî li gorî lêkolînê kesên di nav ji yên ku li Wan (%84,6) û Şirnexê (%65,3) beşdar bûne de ne. Wek ku di beşa nirxandinê de hatî kitekitkirin ji ber encama Îzmîr û Stenbolê li gorî bajarên din hîn zêdetir koç girtine, xwedî demografî û çandeke pircure ye û ceribandinên kesane yên Kurdên ku di nav koçberan de cih girtine de, têkiliyeke empatîk û hevşibandinê ya di navbera rewşa xwe ya madun û penaber û koçberan de pêk anînê, dibe ku vê ristê lîstibe.”
Bandora penaberan a li aboriyê
Beşdaran pirsa ku dibêje “Li gorî we mirovên ku rewşa wan a sosyoekonomîk xerabin an/an jî ji herêmên pevçûnê ne, wek penaber û koçber bicihbûna wan a li Tirkiyeyê, gelo bi gelemperî ji bo aboriya Tirkiyeyê xerab dibe an jî baş dibe?” jî bersivandine.
Li gorî nêrîna nifşa Zyê ya kurdan hebûn û bicihbûna penaberan, bandoreke neyênî li ser aboriya Tirkiyeyê dike. Beşek ji beşdaran penaber weke sedema têkçûna aboriyê û bêkariya li Tirkiye nîşan dane.
Hinek ji van beşdaran di bersivên xwe de tiştên ku li Tirkiyeyê derbarê penaberan de şaş tên zanîn, dubare bilêv kirine. Wan di bersivên xwe de gotine, “Ji bo wan her tişt bêpere ye”, “hemû maf ji bo wan tê dayîn, mûçeyan digirin, nexweşxane bêpere ne”, “bacê nadin” û hwd.
Dixwazin penaber bi şûn de vegerin
Di rapirsiyê de pirsa vegerandina bi darê zorê ya penaberan jî li beşdaran hatiye kirin: “Li gorî Peymana Cenevreyê ya 1951ê ya ku Tirkiyeyê jî îmze kirî, penaberên ku ji welatê ku hatî xeteraya wan a jiyanî hebe bi zorê li welatê wan nayên vegerandin. Li gorî we ji penaberên li Tirkiyeyê yên ku di vî rewşê de ne (Sûriyeyî, Afganî, Iraqî, Îranî, Somalîyî hwd.) ligel vê jî divê li welatên wan bêne vegarandin? ”
Ji beşdarên ku bersiva vê pirsê dane ji nîvê wî zêdetir (%52) bersiva ‘divê bi paş ve bêne şandin’ an jî ‘bi tu awayî divê bi paş ve neyên şandin’ dane. Kesên ji Şirnex û Wanê beşdar bûne, ji kesên ku ji Amed, Stenbol û Îzmîrê beşdar bûne bêhtir xwestine, penaberan bi darê zorê bişînin welatên wan.
Li dijî dana hemwalitîtiyê derdikevin
Mijara ku hemwelatîtiya penaber û koçberan jî bibin di rapirsiyê de hatiye pirsîn. Ji bo vê jî ev pirs arasteyî beşdaran kirine: “Ji bo hemû penaberên li Tirkiyê ne û di bin parastina demborî û parastina navneteweyî de ne de di rewşa ku li welat bimînin de dê hemwelatîtî ji bo wan bê dayîn?” Ji sedî 44ên beşdaran li dijî dana hemwelatîtiyê derketine û wan gotiye, divê bi tu awayî hemwelatîtî ji bo penaber û koçberan neyê dayîn.
Spectrum House-ê di dawiya rapora xwe de ji bo yasaçêkeran, siyasetmedaran, Hikûmet û partiyên siyasî, rêveberiyên herêmî û rêxistinên civaka sivîl hin pêşniyar nivîsandine. ■ Saziyên xwecihî û civaka sivîl a navneteweyî, rêxistinên alikariya mirovî û rêveberiyên xwecihî divê aktîvîteyên sosyoçandî û sportîf yên ku penaber û koçberan bi civaka xwecihî re bi taybet jî bi nifşa ciwan re tîne ba hev pêk bîne. Dema vê pêk tîne jî divê mekanîzmayên piştgiriya sosyoekonomîk ên dikare bêne meşandin yên di navbera kom û kesan de ragihandinê û hevbandoriyê hêsan dike saz bike. ■ Divê di saziyên perwerdehiyê yên nifşa ciwan di jiyana rojane de beşeke giring ya dema xwe li vir derbas dike de, mijarên wekî pernabertî û koçberîtî çi ye, kî ji ber çi sedeman li Tirkiyeyê û li welatên din disitirin an jî koç dikin, ev çi encamên sosyoekonomîk, çandî û siyasî bi xwe re tîne li bernameyên dersan bêne zêdekirin û nêzikahiya li ser bingeha mafê mirovan çima giring e û li her qadê hewcetiya sepandinê vegotin.
■ Li hemberî têgihan û helwesta Nifşa Z a Kurd a ku beşeke wan a girîng beyan dikin ku ew ê reyên xwe bidin HDPyê, ya der barê nîjanperstî, dijminkirin û cudakariya beraliyê penaber û koçberan de, ji aliyê armanc, sazîbûna û hefefên HDPyê ve polîtîka bi pêş ve birin. Rêgez, hedef û polîtîkayên5 têkoşînê yên ku ji bo koçber û milteciyên derveyî welat diyar kiriye li bajarên kurd û li metropolên Tirkiyê yên ku kurd bi gurahî lê dijîn de jî ji bo penaber û koçberan sepandina wan. ■ HDPya ku xwe wekî partiya siyasî ya ku; "ji bo hemû gelên bindest, keda wan tê xwarin; li derve têne hiştin û ji nedîtî ve têne dîtin û komên baweriyê, jin, karker, kedkar, gundî, ciwan, bêkar, malnişîn, astengdar, kesên LGBT, koçber, kesên ku qadên wan ên jiyanê hatî tehrîpkirin, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û mirovên zanistê û bi hêzên ku bi van hemû başan re têkoşînê dimeşînin re ji bo ji holê rakirina her cure çewisandin, kedxwarin û cudakarî bê rakirin û li gorî rûmeta mirovahiyê jiyanakê pêk bînin ên ku hatine ba hev jî hemû di nav de partiyeke siyasî ya ku îktidara gel a demokratîk hedef digire ye" tê pênasekirin, di nava civaka Kurd de rêxistina ku mafê penaber û koçberan, daxwazên wan û ji bo jiyaneke bi rûmet li xwecihî û bi awayek penaber û koçberan jî di nava xwe de dihewîne pêkanîn; parêzvaniya mafên penaber û koçberan tenê ne di rûniştinên meclîsê û mecrayên medyaya civakî de li der ve yî van jî rasterast bi civak û hilbijêrên xwe re bi têkilî girêdanê bi hev re pêkanîn. ■ Partî û aktorên derveyî desthilatiyê li ser navê ji desthilatiya ku ji bo berjewendiyên xwe jiyana penaber û koçberan dixin xetereyê "hesab pirsînê" û ji ber hilbijartinên ku nêzik dibe heta ku mumkun be ji bo ku rêjeya herî bilin a dengan bigirin divê dev ji dijbertiya penaber û koçberan, ji zimanê nefrete û propagandaya şîdetê teşwîq dike berdin. Hem desthilatî hem jî muxalefet di polîtîkayên xwe yên bi armanca şert û mercên ku jiyana penaber, koçber û hemwelatiyan di xetereyê de dihê ji holê bê rakirin de divê ji divêtiya mafên mirovan ên bingehîn û zagonên navneteweyî û peymanan pêk anînê emîn bin. ■ Panel, sempozyum, konferans û komxebatên ku pisporên mijarê tê de cih digirin pêk anîn, di vê mijarê de pirsgirêkên bingehîn ên wekî stirîna penaber û koçberan, hêsankirina pêvajoyên entegrasyonê, ji xizmetên zimanê dayî heta çand û aşitiya civakî pêkanîna hestiyariyê û jêhaydarbûnê. ■ Di mijara penaber û koçberan de ji rist û derfetên rêvebiriyên xwecihî îstîfade kirin, di vê mijarê de bi zêdekirina erkê û veguhestina çavkaniyên malî pêkanîna çareseriyê hêsankirin. Ji ceribandinên pêvajoyên ku civakên ku vê jiyane, rêveberiyên xwecihî û civaka ciwarbûyî yên wek vê sûdwergirin. ■ Di mijarên ku bi penaber û koçberan re eleqedar in, ji bo ku gavên bi bandor û encamgir bê avêtin bi wan dahîlkirina nava xebatan guhdarîkirin û fehmkirina ceribandinên wan. ■ Li hember dijminatiya kîn, nefret, wek yên din dîtin û biyanîtiyê de zanedarkirina civakê, pêşîlêgirtina manîpulasyon û dezenformasyonê, di vê mijarê de girtina tedbîrên hiquqî yên têxilker. ■ Di mijarên maf û statuya hiquqî de rojanekirina ceribandinên qiyaskirinên karekterên gerdûnî dikirpîne derxistina pêş. Bi ser civakên ku ceribandinên wek van jiyane re hestên empatiyê bipêşxistin, tedbîrên ku dikare pêşî li polîtîka û demhumanîzasyona dîkekirinê û dijminkirinê bigire. ■ Di mijara koç û penaberan de gavên ku cih nade cudakarî û manîpulasyonên komên nîjadperest avêtin, wek komên ku ji hebûna penaber û koçberan aciz dibe ne, wek komeke di nava yekîtî û aramiyê de dijîn be, dîtin. ■ Di serî de beşên cuda yên civakê tê de di mijara koç û penaberan de rast agahîdarkirina civaka Kurd û endamên Nifşa Z, bi daxwaz û fikarên wan jî li ber çavan girtinê di mijara mafê bingehîn û azadiyan de hestiyarî û jêhaydarbûnîya wan bipêşvexistin. |
Bixwîne - "Bila êdî penaberên Sûriyeyî nekin mijara propagandeya xwe ya siyasî"
Bixwîne - Dr. Azad Bariş: Nifşa Zyê ya Kurdan dixwaze ji Tirkiyeyê biçe welatekî din
Bixwîne - "Bi parastina mafên penaberan re, wê mafê her kesî xurtir bibe"
(FD)