Li Tirkiyeyê bi hezaran kes bi nexweşiya penceşêrê re têdikoşin. Li gorî daneyên fermî yên sala 2024an li Tirkiyeyê her sal derdora 250,000 kes bi vê nexweşiya xeternak dikevin.
Her weha li cîhanê jî salane nêzîkî 20 mîlyon kes bi penceşêrê dikevin.
Dîsan li gorî daneyan ji sedî 20ê mirinên salane ji ber penceşêrê çêdibin. Li gorî lêkolînan, rêjeya penceşêrê li Tirkiyeyê di mêran de ji jinan zêdetir e.
Li gorî îstatîstîkan, rêjeya penceşêra pişikê di mêran de ji sedî 55,5 û di jinan de ji sedî 48,6 e.
Li Amedê têkildarî nexweşiya penceşêrê, sedemên wê û çareseriyên wê Doktorê Pispor Onkolog Halîs Yerlîkaya ku li Bati Hastahanesi (Nexweşxaneya Rojava) ya Amedê weke onkolog dixebite, bi bianet kurdiyê re axivî.
"Onkolojî tê wateya tumor an jî girêk e"
Wek onkologek dikarî bi kurtasî be jî bêjî ku onkolojî çî ye?
Onkolojî wek ku tê zanîn beşa penceşêrê ye û penceşêr wek ku tê zanîn di laşê mirov da her roj çêdibe lê ji ber pergala xweparastinê bi ser nakeve, pergala parastinê nahêle tiştek çêbe, lê ji ber hin sedeman carna parastin dişkê û di hin ciyan da penceşêr çêdibe; ku di cîyê wek kezebê, wek pişikê, wek mîdê, wek rovîya, wek pêsîrê da çêbû û mezin bû jî belav dibe.
Onkolojî ji onkos’a Yewnanî tê, wateya wê tumor an jî girêk e. Û bûye navê zanista tekoşîna li hember wê. Yanî penceşêran vedikole, sedemên wan ên derdorî û hundirîn dibîne, teşhîs û teqîb dike. Her wiha sê şaxên wê yên dermankirinê hene;
Onkolojîya Tibbî, yanî; kemoterapî,
Îmmunoterapî û dermanên din.
Onkolojîya Radyasyonê;
Nexweşîyan bi tîrêjê derman dike.
Onkolojîya Cerrahî jî, tûmoran bi emeliyatan paqij dike.
“Newekhevîya civakî, bê perwerdehî û bêderfetîya tendurustiyê bandoreke mezin dike”
Gelo çima êdî hema bêje li her malê nexweşek kanserê heye?
Êdî penceşêr di nav nexweşînên ku ne xwebelavker in de ya herî xeternak e û êdî li her malê nexweşek heye ji ber ku; cixare, alkol, obezîte, fastfood, pestîsît, radyasyon, asbest, av û hewaya qirêj û bê hereketî, gihîştîye merhela herî bilind. Her wiha mûtasyonên genetîk, extîyarî û bilindbûna derfeta teşhîsê jî van encaman derdixe holê. Jixwe newekhevîya civakî, feqîrî, bê perwerdehî û bêderfetîya tendurustî jî xwedîyê tesîrek mezin e.
“Ji bo teşhîsa zûtir jî hemû jin piştî 40 salan mamografî bikşînin”
Ji bo vê nexweşîyê nikaribe bigihîje mirov divê kes û civak çi bike?
Berê her tiştî divê civak û kes di nav aştî û aramîyê da bin. Û wan sedemên ku me li jor got ji jîyanê bên rakirin. Mînak: Hemî madeyên tutûnê bên berdan, alkol jî pir neyê vexwarin, bi piranî xwarin û vexwarinên xwezayî, sebze û fêkî bên xwarin. Hereket û werzîş, aktîvîteyên fîzîkî li jîyanê bên zêdekirin. Malbatên ku penceşêr lê zêde ne bi şêwirmendîya genetîk tetkîkan bikin. Ji bo teşhîsa zûtir jî hemû jin piştî 40 salan mamografî bikşînin, dîsa piştî 50 salan ji bo her kesîlazim e kolonoskopî bê kişandin. Li herêma me di navbera seet 11 û 4an de ji bo ku tîrêjên tavê dibin sedema penceşêrê divê mirov dernekevin ber tavê.
“Divê nexweş bi ruhek tekoşer li hember penceşêrê bisekine”
Piştî teşhîsa vê nexweşîyê divê kes û malbat/civak çi bikin, çawa tevgerin?
Divê nexweş, derûnîya xwe baş bike, wek tekoşînek bibîne, bi ruhek tekoşer li hember penceşêrê bisekine. Kes lazim e kesek tekoşer be, bêje ez ê vê tekoşînê bidim û bi ser kevim, baş bibim û hay ji moralê xwe, xewa xwe xwarin û paqijîya xwe hebe. Bi bijîjk û onkologên xwe re li ser rewşa heyî û tişta ku lazim e bê kirin biaxive, aktîf tevlê dema tedawîyê bibe. Divê malbat jî ne ji ber wê ve lê pê re qeraran bide, bi ruhê tekoşînê her li balê be, lê wek kesek belengaz nebîne. Lazim e civak jî nebêje ax gunehe, ciwan e bi penceşêrê ketîye. Divê wek nexweşînek ku dê derbas bibe lê binhêrin û ji bo berî merhela çaran bê dîtin şîyar tevbigerin.
Demek berê Komeleya Nexweşên Penceşêrê li Amedê jî ava bû (wek nexweşeka onkolojîyê jî dipirsim) ji bo feyde û rista wan zêdetir bibe, dikare çi bê pêkanîn?
Belê rast e me komelek li Amedê damezirandibû, hê jî karê xwe didomîne, lê hêna ne zêde bi bandor e. Hêdî hêdî em bi gavên biçûk tevdigerin. Ewilî dê tekoşerên ku li dijî penceşêrê şer dikin, xwe bighînin hev û civakê hişyar bikin. Lazim e her kes piştgirî bide. Wek ku me di destpêkê de got, her kes berendamê penceşêrê ye û di her malbatê da jî heye. Divê bêhtir sensitîve tevbigerin. Mînak ji bo ên bi dezavantaj, yanî jin û zarok, an kesên ku li gundan dîjîn, ên nikarin ji SGKê destek bibînin alîkarî peyda bikin her wiha ji bo her kes karibe xwe bighîne mafê tedawîyê bêhtir aktîf bin, şiyarî bidin civakê. Bes hêj li serê rê ye û gelek gavên ku gere bên avêtin hene.
Vê gavê ewqas, lê em dixwazin qe nebe mehê carek deng bidin vê mesela wiha girîng û çareya wê.
Têbinî: Ji qewlê bijîjkê me ve, wek tekoşerek li hember onkolojîyê jî, me dest bi rêzexebat û nivîsek wiha kir, em ê bi encam, raport, nûçe û nivîsên di vê mijarê de bi hev re bin…
(MR/AY)







