Newroza Stenbolê dê 17ê Adarê roja Yekşemê saet di 13.00an de li Qada Mitîngê ya Yenîkapiyê bê pîrozkirin.
Pîrozbahî wê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye!,Rabe ser pêyan!" destpê bike û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr wê pîrozbahiyê bibin.
Stranbêja Tûnisî Emel Mathlouthi, Golgedekîler, Mikail Aslan û Murat Demir dê di Newrozê de bi stranên xwe derkevin ser dikê.
Amadekariyên Newrozê yên li Stenbolê çend roj berê dest pê kiribûn. Duh (13ê Adarê) Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu, Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Dîlek Demîr Sonmez û endamên DEM Partiyê li Meydana Şîrînevlerê ji bo Newrozê belavokên vexwendinê belav kirin. Wê heta Newrozê navçe bi navçe wê belavokan belav bikin.
(RT/AY)